ManşêtNûçe

TEV-DEM: Şêniyên Efrînê li hember du karesatên rêxistinkirî rû bi rû ne

TEV-DEM`ê bi boneya salvegera 3’yemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Bi destpêka sala 2018`an re û di encama lihevkirinên navneteweyî de, herêma Efrînê û gelê wê bi êrişên artêşa Tirk ên hewayî û bejahî re rû bi rû ma, her wiha bi hevkariya komên çeteyan di yekemîn êrişê de 72 balafirên şer bi kar anîn. Armanc jê jî dagirkirina herêmê û parçekirina xaka Sûriyê û tevlêkirina li xaka Tirkiyê ye. Li aliyekî din jî ev êriş bi armanca şikandina vîna pêkhateyên herêmê û destkeftiyên wan ên avakirina saziyên xwe yên demokratîk pêk hatin.

Di pêvajoya 3 salên derbasbûyî de Efrînê di tevahî sûcan re derbas bû û bi vê yekê pîvanên navneteweyî hatin binpêkirin. Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî projeyeke xeternak e û destpêka proje û planên Mîsa Mellî ye.

Şêniyên Efrînê 58 rojan li ber xwe da, parastina herêmê û nirxên xwe kirin, li dijî duyemîn dewleta NATO`yê sekinîn, ji lew re bi”Berxwedana Serdemê” hate naskirin. Gelê Efrînê li hemberî dewleteke xwedî çekên giran û çekên şer, li ber xwe da. ji ber vê yekê şêniyên Efrînê neçar kirin ku di nava du karesatan bijîn; ya yekemîn di hundirê Efrînê bi xwe de tê meşandin ku ew jî hewldana qirkirina komî û etnîkî ye û li dijî sivîlan sûcên revandin û destdirêjiyê pêk tînin û ya duyemîn jî li dijî koçberên li kampên Şehbayê tê meşandin ku ew jî bi topbarana dewleta Tirk û siyaseta dorpêçkirinê ya ji aliyê hikumeta Şamê ve, re rû bi rû dimînin. Hikumeta Şamê û dewleta Tirk ji bêdengiya navneteweyî sûsên xwe berdewam dikin û ev jî berpirsyariya qanûnî û mafnasî ya avakirina sîstemeke civakî navneteweyî kêm dike.

Em TEV-DEM`ê bang li hemû saziyan, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên navneteweyî yên parastina mafên mirovan rêxistinên taybet bi karên jinan û raya giştî dikin ku têkildarî sûcên derexlaqî û dermirovî helwesteke cidî nîşan bidin.

ANHA

Back to top button