ManşêtNûçe

Çalakgerên greva birçîbûnê bi biryardarî çalakiya xwe didomînin

ZÎNDAN

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdê û azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan ku di 27`ê Mijdarê de ji aliyê gitiyan ve hatibû destpêkirin, di roja 233`emîn de dewam dike.

Girtî destnîşan dikin ku li gel zext û zordariyê jî heta tecrîd bi dawî nebe ew ê bi biryardarî çalakiya xwe dewam bikin û bang li gel dikin ku xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin<span “=”” style=’box-sizing: border-box;overflow-wrap: break-word’>.

MEXMÛR

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê Kanûnê de çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 212`emîn de dewam dike.

Şêniyên wargehê di çalakiya xwe de bi biryar in û diyar dikin heta tecrîd neyê şikandin û zordariya li zîndanan tê meşandin neyên rakirin, ew çalakiya xwe ranawestînin.

YEWNANISTAN

Welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kiriye, bi îsrar çalakiya xwe didomînin.

Çalakiya ku bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hatiye destpêkirin, di roja 195`emîn de dewam dike.

Back to top button