ManşêtNûçe

Nûnerê finlandî li ser girtina dergehê Til Koçerê çi got?

Di 14`ê Tîrmehê de şandeyeke Finlandayê bi serokatiya balyozê wê Jose Tanner ango nûnerê Finlandayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û nûnerê taybet ê Sûriyê gihaşt herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Li gorî nûçeya ANHA’yê şandeya finlandî ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Dr.Ebdulkerîm Umer û cîgirê hevserokatiyê Fener Giêt û endama Desteya Rêveber a Daîreyê Sena Deham ve, hat pêşwazîkirin.

Her du aliyan nêrînên xwe der barê gelek dozên girêdayî herêmê de nîqaş kirin, di nav de girtina dergehê Til Koçerê, qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve, tevlêbûna Rêveberiya Xweser di xebatên siyasî de, rola Finlandayê di çareserkirina aloziya Sûriyê û piştgiriya Rêveberiya Xweser de.

Dr. Ebdulkerîm Umer got: “Gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji ber biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ya dirêjkirina dema girtina dergehê Til Koçerê xemgîn in ku di encamê de, şêniyên herêmê û bi sed hezaran koçber û penaber ji alîkariyên mirovî bê par man.”

Umer piştast kir ku divê ev biryar careke din di ber çavan re were derbaskirin.

Umer bal kişand ser êriş, gef û sûcên domar ên dewleta Tik ên li herêmên dagirkirî û piştrast kir ku dewleta Tirk ji van kiryaran  armanc dike ewlehiya li herêmê têk bibe û DAIŞ`ê ji nû ve vejîne.

Nûnerê  finalndî Jose Tanner di hevdîtinê de got: “Dewleta Finlandayê piştgiriya vekirina dergehê dike. Lê xemgîn e ji ber ku ji ber vê biryarê wê şêniyên herêmê zirarê bibînin. Em Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) spas dikin. ji ber ku bi me re hevkar in. Em ê hevkariyê û gotubêjkirina gelek doz û mijarên girêdayî herêmê bidomînin.”

Di dawiyê hevdîtinê de jineke DAIS`î tevî zarokên wê bi awayekî fermî radestî aliyê finlandî hat kirin.

Back to top button