ÇalakîManşêtNûçePYD

Xiznewî: Sûcên bi navê namûsê ew ji xerabtirîn sûcan e

Bijîşk Meşûq El-Xiznewî di gotina xwe de li ser sûcêna din bin navê Sûcên Şerefê di civakên Rojhilata Navîn axivî, di der bare komxebata ku ji hêla Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD hat li dar xistin.

Xiznewî Ayat û Ehadîsên Pêxmberî yên ku sûcên li dijî jinan înkar dikir, vegot.

Xeznewî îfade kir ku mîna van sûcan,  tundiye li ser mirovahiyê.

Xeznewî tekez kir ku tiştê der heqê jinan pêk tê ji kuştinê di bin navê namûsê, tu têkiliyên wê bi namûsê re tune ye, sûcên bi navê namûsê ew ji xerabtirîn sûcan e.

Şêx Xiznewî daxwaz ji sazî, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, oldar û ragihandinê kir ku hemleyeke zanînê civakî li dar bixin, û hedefgirtina zihniyetan yên ku hîn dibînin ku jin tişte firotin û kirînê ye, her wiha van zihniyetan xwe kirin hakim ji bo çarenûsa jinê hukim bike.

Back to top button