ÇalakîJinManşêtNûçePYD

Biryarên dawî yê komxebatê

Di dîroka 17’ê Tîrmehê komxebatek diyalogê hat li dar xistin bin navê “Li dijî cînayetên himberî zayenda jinê tê kirin bisekin in”, bi tevlîbûna nêzî 125 kesayetî ji “saziyên jinan, partiyên siyasî, saziyên olî û saziyên civaka sivîl”, nîqaş li ser du beşan hat kirin:

Tundiya der heqê jinê bi navê ol û civak.

Çareserkirina qanûnî ya sûcên li dijî jinan.

Di dawiya komxebatê de hin biryar hatin girtin, ji wan:

-Li hemberî sûcên bi navê ol divê hevgirtineke di navbera beşên civakî, saziyê olî, tevgerên jinan, saziyên civaka sivîl û ragihandin de hebe. Ji ber ku ev beş ên herî bi bandor di civakî de ne.

-Divê ragihandin roleke girîng û bi awayekî sereke û zanistî bilîze da ku formeke ragihandinê û hêzêneke ragihandinê ji bo piştgiriya mafên jinan û bidawîkirina sûcan were avakirin.

-Di warê zanekirin û dayîna semîneran de mêr werin beşdarkirin.

-Jin bi navê olê neyên qetilkirin, hemû ol li hemberî qetilkirina jinan disetkinin.

-Caran qanûn li hemberî hin adetên ku ziyanê dighîne civakê bê çare ye, divê saziyên olî û qanûnî û rêxistinên sivîl û partiyên siyasî sedemên vê bêçarbûnê derbas bike û çareseriyekî bibîne.

– Kesên ku bi navê “Şerefê” sûcan dikin, cezayên tund li wan werin birîn.

-Qanûnên jinan ê Rêveberiya Xweser werin pêkanîn.

-Avakirina malbateke demokratîk.

-Li ser cewherê îslamê di civakê de belavok werin belavkirin.”

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-7-17

Back to top button