ManşêtNûçe

TEV- DEM: NY berpirsyarê sûcên dewleta Tirk e

Tevgera Civaka Demokratîk ragihand ku Neteweyên Yekbûyî berpirsyarê sûcên dermirovî ye, nexasim vekirina gorên şehîdên Berxwedana Serdemê yên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî pêk tîne.

TEV- DEM di daxuyaniya xwe de got: Binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj zêde dibin. Dagirkeriya Tirk bi vekirina gorên şehîdan siyaseta guhertina demografiyê pêk tîne. Li gel bêdengiya naventeweyî li Efrînê teroreke birêxistinkirî û sîstematîk tê meşandin.

TEV- DEM anî ziman ku ev bêdengî sûcên dewleta Tirk rewa dike, ji lew re her ku diçe dagirkeriya Tirk sûcên mezintir yên li dijî nirxên civakî û mirovî pêk tîne.

Dagirkeriya Tirk gorên şehîdan ên li kêleka nexweşxaneya Avrîn vekirin.

Piştî 3 salan senaryoyeke nû ya derveyî urf û nirxên civakî derdixe û dibêje ku goreke komî ye, da ku berxwedana Serdemê û berxwedana YPG, YPJ`ê reş bike.

Kiryarên terorê yên sîstematîk û derveyî qanûn û rêgezan, kiryarên dermirovî ye. Em rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji wê yekê berpirsiyar dibînin, ji ber ku li hemberî binpêkirina nirxên pîroz ên civakan û bi taybetî nirxên civaka Kurd tu helwestê nîşan nadin.”

Back to top button