DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Ji çend rojan û jin bajarên Herêma Kurdistanê derdikevin xwepêşandanan ji bo baştirkirina rewşa jiyanê û meaşên karmendan bidin, di der barê wê de hin navend û cih hatin şewitandin û bi kar anîna tundiyê ji aliyê hin beşdaran, her wiha hat tewanbar kirin ku hin ji kurdên Sûrî jî tevlî bikaranîna tundiyê bûn, di bin vê hincetê hin kurdên Rojava hatin girtin.

Em weke nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat li herêma Kurdisatnê, dibînin ku daxwazkirina gel li bajarên baûşrê kurdisatnê bi awayên aştî ji bo başkirina rewşa aborî ew tiştek xwezayî ye, û di heman demê de mijareke hundirîne e ku bandorê li welatiyên li wir dike, û em dibînin ku bi kar anîna tundiyê ji hêla hin kesan ku dixwazin masîvaniyên di ava tarî de bikin tişteke ne meqbûle ji ber ku xizmeta van daxwazan nake û bandorê li saziyên giştî dike, wekî din em dibînin ku bi kar anîna tundiyê ji hêla hêzên asayîşan mijareke ne serbilndayî ye û dê bibe sedema aloztirbûna rewşê.

Em tekez dikin ku divê ev bûyerana riya zextê li ser kurdên Rojava veneke û li wan binêrin bi cavê tawanbarbûnê û bi wan re têkilî bikin li ser vî esasî. Aramiya başûrê Kurdistanê erkeke li ser her kesê li wir jiyan dikin, Ji ber vê yekê, dûrketina ji şîdetê ji bo bidestxistina vê aramiyê pêdivî ye, û em bang li her kesê dikin ku ji bo derbaskirina van rewşên dijwar ên ku em pê re mijûl dibin, giyanek berpirsiyarî, hevkarî û lênêrînek mezin nîşan bidin.

Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat li herêma Kurdisatnê

2020-12-12

Back to top button