Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, rêxistina îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) ji gundê Dadîna yê navçeya Raco ya Efrînê ku ji sala 2018’an ve dagirkiriye, gundî Hemîd Hemîd Kênco û Seîd Ebdo Osman revand.
Hêza paramîlîter a dewleta Tirk ‘polîsên leşkerî’ yên li qadên dagirkirî jî 31’ê Tîrmehê ji gundê Çolaqa yê Cindirêsê Kemal Mihyedîn (22) û ji gundê Maratê jî Omer Elî (25) revand. Di berdêla berdana van herdu kesan de ji malbatên wan 700 dolar fîdye xwest.