Bi boneya çarşema sor Yekitiya Jinên Êzidiyên Rojava (Y.J.Ê.R) li hola Roj a Tirbespiyê şahiyek li dar xistin.
Di şahiyê de pêkhateyên navçeyê, nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî, Rêveberiya Xwseriya Demokratîk ,Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD beşdar bûn.
Di şahiyê de endama rêvebera Y.J.Ê.Rˊê Hediye Şemo û Endama rêvebera Kongra Star a kantona Qamişlo Îbtîsam Elî axafitinek kirin.
Piştre koma şehîd Serhed stran pêşkêş kirin, koma şehîd Rêwan govendên folklorî û koma şehîd Zîlan stran pêşkêş kirin.
Di dawiyê de beşdaran govend gerandin.