
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyekê nasnameyên du şervanên xwe ku duh li gundewarê bajarê Qamişlo di encama êrişeke balafirên bêmirov ên biçek yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, eşkere kirin.
Di daxuyaniya QSD`ê de hate gotin: “Di çarçoveya têkoşîna me ya rewa ya li dijî terorê û dagirkeran de, hêzên me di oxira parastina nirxên gel û axa xwe de bê dudilî canê xwe feda dikin.
Îro jî em du hevrêyên xwe oxir diki, yên ku gefên dagirkeriya Tirk û êrişên wê yên terorîstane li dijî herêmên me ew netirsandin û hîn zêdetir vîna wan xurt kir ku rêya hevalên xwe yên şehîd bişopînin. Her du hevrêyên me duh di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker li gundewarê bajarê Qamişlo şehîd bûn.
ŞEHÎD DIJWAR KOBANÊ
Hevrêyê me Dijwar Kobanê di şerê li dijî terora DAIŞ`ê de pêşengî kir û tev li gelek operasyonên paqijkirina herêman û rizgarkirina gel ji çeteyan, bû. Her wiha li dijî êrişên dagirkeriya Tirk jî li ber xwe da û zêdetirî nîvê temenê xwe di oxira parastina herêmê û gelê wê de bihurand. Ji lew re, cihê xwe di dil û wijdanê gel de girt yê ku bû şahidê exlaqê wî yê baş, ruhê wî yê hevrêtiyê û girêdana wî bi nirxên şehîdan û destkeftiyên şoreşê re.
ŞEHÎD BAWER RIDWAN ENIZ
Hevrêyê me şehîd Bawer Ridwan Eniz (Çiya Qamişlo) jî di nava malbateke welatparêz a xwedî dîrokeke têkoşînê de rabû û bi armanca parastina xakê û niştecihên wê tev li hêzên me bû. Şehîd Bawer di pêkanîna erka xwe de tu carî dudilî jiyan nekir.
Sûcên dewleta Tirk a dagiker û êrişên wê yên terorê yên li dijî herêmên me, dê têkoşîna me kêm neke, berovajî dê îsrara me ya têkoşîna li hember dagirekran û sîxurên wan zêdetir bike.
Li ser vê esasî, em ji malbatên şehîd Dijwar û Çiya û ji tevahî hevrê û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em tekez dikin ku heta têkbirina dijmin û rizgarkriina xaka xwe ya dagirkirî em têkoşîna hevrêyên xwe bidomînin.”
ANHA