ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Beşa sêyemîn “Mijara aborî û şeklê wê ji bo pêşeroja Sûriyê” hate vekirin

Danûstandinên Sûrî-Sûrî ku ji aliyê MSD‘ê ve hatiye lidarxistin ji li navçeya Eyn Îsayî didome.

Piştî nîqaşên beşê duyemîn bi dawî bû beşê sêyemîn “Mijara aborî û şeklê wê yê herî guncaw ji bo pêşeroja Sûriyê” dest pê kir. Ev beş ji aliyê Endamê Buroya Siyasî ya Desteya Niştimanî/Tevgera Veguhertina Demokratîk (Heyet El-Tensîq) Ziyad Wetfê  ve û doktorê zanîngehê beşê aborî Ehmed Yûsif ve hate şîrovekirin.

Ziyad Wetfê got: “Sûriyê piştî şerê cîhanê yê yekemîn bûye keyanekî siyasî ku dewletên mêtînger di encamên lihevkirinên Sayks Bicot de ava kirine da ku xizmeta berjewendiyên wan ê kesayetî bike. Sûriyê bajarekî gelek netew û bawerî lê hene, ev hemû encamên tevgera çanda gelên herêmê ya ku vedigere 5 hezar salan. Sûriyê ji herêmên ku pêvajoya niştimanî ya demokratîk lê temam nebûye.”

Ziyad Wetfê bal kişand ser girîngiya çandinî û karsazî  û ji nû ve sererastkirina sazumaniya hemû beşên giştî yên aborî û paqijkirina saziyên wê, her wiha peydakirina mekanîzmeya parastin û kontrolkirinê û pêkanîna projeyên mezin li gundewaran û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û îbtalkirina projeyên ne niştimanî bi taybet ên girêdayî petrol û gazê.

Ji aliyê xwe ve doktorê Zanîngeha Aborî Dr. Ehmed Yûsif  wiha got: “Hikûmetên navendî û yên herêmî roleke girîng di aliyê rêveberina aboriyê de dilîzin, lê rola hikûmeta navendî di hin aliyan de sînordar dimîne, ji ber ku xwezaya wê ya rêveberinê navendî ye. Em dikarin hin xetên giştî yên dibin bingeha giştî di belavbûna desthilatdariya aborî de di navbera hikûmeta navendî û ya herêmî de  bi bîr bixin, hêjayî gotinê ye ku di mijara dabeşkirina desthilatdariyê di navbera rêveberiya navednî û rêveberiya xwecihî de, tu nimûneyeke hevbeş a cîhanî tuneye. Dibe ku ev desthilatdarî pir nêzî navendê bin, mînaka wê jî modela an jî nimûneya Malîzyayê ye, li Malîzyayê hikûmeta navendaî nêzî 80% hatinên giştî ji xwe re dibe. Yan jî dibe ku dûrî navendê be, mîna nimûneya Swîsra`yê ku hikûmeta navendî tenê 35% hatinên gitşî ji xwe re dibe “.

Yûsif di axaftina xwe de balkişand li ser modernîteya aborî li gorî sîstema Rêveriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got ji ber ku ev sîstema aborî li vir nû ye rastî gelek astengiyan tê, lê pêwîste ev astengî bi rêya avakirina sîstmeke guncaw ku berjewendiyên hemû pêkhateyan pêk bîne were avakirin.

Back to top button