ManşêtNûçe

Baroya Hiqûqa ya Sedsalê: Mixatabê herî girîng Ocalan e

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, derbarê rola Abdullah Ocalan, ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de daxuyaniyeke nivîskî daye û diyar kiriye ku muxatabê herî girîng ê pirsgirêka Kurd Ocalan e.

Buroyê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye ku demeke li ser rola çareserkirina pirsgirêka Kurd a muwekîlê wan nîqaş tên kirin lê destûr nayê dayîn ku di vê derbarê û mijarên mîna vê de muwekîlê wan gotina xwe bibêje. Buroyê, bi bîr xistiye ku Ocalan di bin tecrîdê de ye û hemû mafên wî hatine qedexekirin.

Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi tevahî wiha ye:

“Ev demek e der barê rewşa muwekîlê me birêz Abdullah Ocalan û rola wî ya di çareseriya doza kurdî de nîqaş tên kirin. Lê belê di vê mijarê de û mijarên wekî vê rewşê de derfetê nadinê ku tevli nîqaşan bibe û mafê gotinê jî bi kar bîne. Îro ew di bin tecrîdeke mutlaq de ye û hemû mafên wî jî hatine qedexekirin.”

“Ji bo desthilatdariyê; dema ji bo çarseriya doza kurdî li pêş wan ti asteng tine bûn jî tu gav neavêtine, çareserî pêk nehatiye. Ji ber vê yekê bêyî Ocalan di heqê Ocalan de û çareseriya doza kurdî de axaftin rê û rêbaza çareseriyê nîn e. Di encamê de jî çareseriyeke rast û dirûst wê bi pêş nekeve.”

“Mixatabê herî grîng Ocalan e”

“Bêguman bi awayekî bi rûmet çareseriya doza kurdî wê bi xwe re înşaaya paşeroja demokratîk jî bide destpêkirin ku li vê derê mixatabê herî girîng birêz Ocalan e. Ew di şert û mercên herî dijwar û zehmet de di vê oxirê de kedeke mezin da, gelek proje bi pêş xistin û hewl da ku aşitiyê înşa bike. Berxwedana wî ya li dijî pergala tecrîdê jî di esasê xwe de weke dewama van hewldanên wî ne.

HDP jî weke nûnerê siyaseta muzakereya demokratîk, pêşengê civakî ya îdiaya birêxistinkirina aştî û demokrasiyê ye. Bêyî HDP’ê şertên çarseriyê wê nekemilin, bêyî wê ne mimkûn e ku zemîna aştiyê ji gelên Tirkiyê re were pêşkêşkirin.”

“Doza kurdî taliya talî meseleyekê destûra bingehîn e. Birêz Ocalan bi xwe bi israr xwest ku hemû nîqaşên çareseriya doza kurdî li ser esasên destûra bingehîn, çarçoveya qanûnî û li ser zemîna Meclisa Tirkiyê werin bipêşxistin. Lê tevî vê jî pergala tecrîdê weke rêbazeke neçareseriyê tê domandin.”

“Li ser birêz Ocalan bi awayekî sîstematîk li gel qedexebûna îşkenceyê jî tecrîd dewam dike, ev çavkaniya xwe ji çaresernebûna doza kurdî digre. Heta ku bi rastiya; tecrîd pêşî li çareseriyê digre û pirsgirêkê kûrtir dike re hevrûbûn çênebe, nîqaşên werin meşandin jî wê ji konjonkturelbûnê gavekê bi pêş de neçin.”

“Divê tecrîd were bidawîkirin, hemû mafên birêz Ocalan teslîmî wî bên kirin û derfetê jê re çêkin da ku bikare gotina xwe bibêje.”

Back to top button