ManşêtNûçe

Li Fransayê navê Hevrîn Xelef li qadekê hat danîn

Li bajarê Lyon ê Fransayê  qada ku berî niha ji aliyê şaredariyê ve biryar li ser hatibû girtin ku bi navê Hevrîn Xelef bê binavkirin, duh bi awayekî fermî hate vekirin.

Di merasîma vekirinê de Serokê Şaredariya Herêma 7’an a Lyon Fany Dubot û alîkara têkiliyên navneteweyî ya Serokê Şaredariya Lyon Sonîa Zdorovtzoff tevlî merasîmê bûn. Qada li kolanên Marseîlle û Salomon-Reînach a dikeve navbera semta Gûîlloteîere de tebeleya bi nivîsa ‘Qada Hevrîn Xelef, 1984-2019, Jina Kurd a Siyasetmedar û Femînîst’ hate daliqandin.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Lyonê Gregory Doûcet diyar kir ku hewldana danîna navê jinan a li kolanan parçeyek têkoşînê ye û ji bo wê navê Hevrîn Xelef hilbijartine. Alîkara têkiliyên navneteweyî ya Serokê Şaredariya Lyon Sonîa Zdorovtzoff jî diyar kir ku bi vê hewldana şaredariyê re têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAÎŞ’ê silav dike.

Seroka Komeleya Dostên Kurd a Lyon Thîerry Lamberthod spasdariya xwe ya ji bo biryarê nîşan da û got: “Eger ji bo Kurd û ji bo Rojhilata Navîn dengek ê aştiyê hebe, li wir li vir wê şopdarê wê bin.”

Hêjayî gotinê ye ku Hevrîn Xelef a 15’ê Mijdara 1984’an hate dinê, 12’ê Cotmeha 2019’an li nêzî Girê Spî ji aliyê komên çeteyên dewleta Tirk ve bi hovane hate qetilkirin. Hevrîn Xelef a endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, heman demê Sekretera Giştî ya Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê bû.

Back to top button