ManşêtNûçe

Helîn Evrîm Sommer: Elmanya rastgiriya tund a Tirk ji nedîtî ve tê

Parlamentera Partiya Çep (Die Linke) Helîn Evrîm Sommer bi bîr xist ku Meclîsa Federal a Elman 18’ê Mijdara 2020’î ji bo qedexekirina tevgera nijadperest a li Elmanyayê pêşnûme biryarek qebûl kir, lê belê tevî ku salek di ser re derbas bûye hîn jî bi cih nehatiye anîn.

Helîm Evrîm Sommer li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hikumeta Federal a Elman divê dest ji nêzîkatiya xwe ya jinedîtîhatina rastgiriya tund a Tirk a li Elmanyayê rêxistinkirî berde û polîtîkaya xwe ya ku biryarên meclîsê dike qurbanê têkiliyên bi hikumeta Tirkiyeyê re biterikîne. Hikumet û Wezareta Karên Hundir a Federal nikare îradeya Meclîsa Federal a Elman ji nedîtî ve bê ku Cotmeha 2020’î daxwaza qedexekirinê kiribû.

Têkildarî rêxistinên sîwanî yên nijadperestên Tirk ên li Elmanyayê Federasyona Komeleyên Netewperestên Tirk a Demokratîk a Elmanyayê (ADUTDF), Yekîtiya Çandê ya Tirk Îslamê ya Tirk (ATÎB) û Yekîtiya Komeleyên Çandê yên Tirk li Ewropayê (ATB) tavilê biryara qedexekirinê bê dayin.

Ev her sê rêxistinên sîwanî rastgiriyên tund ên li Elmanyayê alîgirê tundiyê ne di nava xwe de vedihewînin. Çi Elman çi jî biyanî divê rastgiriya tund bi her awayî bêne qedexekirin.”

ANF

Back to top button