ManşêtNûçeNûçeyên LezgînPYD

Ayşa Hiso; Ne tenê destê dewleta tirk di dagirkirina Efrîn hebû, lê destê hemû hêzên NATO têdebû

Civîn li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi dirûşmeya “Bi rihê  Berxwedana Serdemê em ê salvegera 15‘emîn a damezirandina PYD‘ê pîroz dikin” hate lidarxistin.

Bi sedan endamên partiyê hazir bûn , her wiha Hevseroka Partiyê Ayşa Hiso di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pêkir. Piştre Hevseroka PYD‘ê Eyşa Hiso axivî û salvegera partiyê pîroz kir û şehîdên wê bi bîr anîn.

Ayşa Hiso, bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî Efrînê û got: “Ne tenê Tirkiyê êrîşî Efrînê kir, lê destê hemû hêzên NATO di êrîşê de hene. Ji me tê xwestin ku em  têkoşîna xwe mezin bikin ta dagirkeran têk bibin.”

Hevseroka PYD‘ê di berdewama nirxandinan de anî ziman ku ji destpêka aloziya Sûriyey ve du hêz li beramberî hev din şer dikirin, opozisyona yek reng a ku xeta tundiyê da meşandin û rêjîmê ya ku siyaseta kuştin û wêrankirinê da meşandin, herdu jî niha bê îrade mane.

 

Ayşa Hiso, destnîşan kir ku opozisyon xwe xist hembêza Erdogan, herdu jî hewl dide Sûriyeyê parçe bikin, Efrîn beşek ji Sûriyeyê, ne tenê Efrîn, di heman demê de, Idlib, Bab, Cerablus, Ezaz di encamên lihevkirinên navdewletî Tirkiyê, Rûsya û Îranê hatin dagirkirin.

Ayşa her wiha tekez kir ku “Piştî 8 salan ji temenê aloziya Sûriyeyê derket hollê ku ne rêjîm û ne jî opozisyon dikarîn dawî li aloziyê bînin, projeya me ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çareseriya herî guncaw a ji bo aloziyê ye.”

Hevseroka PYD‘ê Ayşa Hiso, di dawiya axaftina xwede diyar kir ku armanca Tirkiyê ya dagirkirina Efrînê têkbirina projeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye, Erogan tazîmetan dide Rûs û Îranê da ku Efrîn radest nekin, lewra jî dixwaze hebûna xwe li Sûriyeyê xurt bike û xewna împratoriya Osmanî zindî bike.”

Civîn bi giftûgoya li ser rewşa rêxistinî û berfirehiya kar û xebat bi dawî bû.

Back to top button