ManşêtNûçe

Şêniyên kampa Berxwedanê li dijî komploya 15′ ê sibatê meşiyan  

Bi boneya salvegera 21’yemîn komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan û  bi dirûşma “Projeya Netewa Demokratîk dê tenê bi azadiya Rêber Apo re were avakirin” Meclisa Kampa Berxwedan a Herêma Efrînê meşek li dar xist.

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêber  Abdullah Ocalan hatiye meşandin, şêniyên Efrînê ên kampa Berxwedanê, meşek li dar xist. Meş  bi tevlîbûna şêniyên Kampa Berxwedanê, sazî û dazgehên wê, pêk hat. Di meşê de şêniyan cilên spî yên li ser wêneyên Rêber  Abdullah Ocalan û wêneyên pakrewanên azadiyê, hebûn li xwe kirin. Her wiha pankartên bi nivîsên”Berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûrî misogeriya serkeftina projeya netewa demokratîk e”,”Berxwedana serdemê berdewam e heta rizgarkirina Efrînê”  hatin hildan. Meş ji parka Kampa Berxwedan dest pê kir û li qada Kampa Berxwedan a Şehbayê veguherî mêtîngê.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, axaftin  hatin kirin.

Li ser navê kampa Berxwedan Ferhad Elûş, li ser navê Rêveberiya Kongreya Star a Kampa Berxwedan Leyla Îbiş axaftin kirin. Di axaftinê de wiha hat gotin: “Komploya navneteweyî  ya ku li dijî Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan hatiye meşandin bi tund em şermezar dikin.  Em ê her têkoşîn û berxwedanê  bikin, heta ku em Rêber Apo azad bikin. Em ê dawiyê li pilanên dagirkeran bînin û bi Rêberê xwe re azad bijîn.”

Meş bi dirûşma”Bê Serok jiyan nabe”bi dawî bû.

 

Back to top button