CivakHemerengNûçeNûçeyên Lezgîn

Akademiya Civaka Demokratîk a Tebqayê hate vekirin

Akademiya Civaka Demokratîk doh bi şahiyekê li bajarê Tebqayê hate vekirin û sibe yekemîn dewreya perwerdeyê dide destpêkirin. 

Akademiya Civaka Demokratîk doh bi şahiyekê li bajarê Tebqayê hate vekirin û sibe yekemîn dewreya perwerdeyê dide destpêkirin.

Di şahiyê de Hevserokên Meclîsa Qanûnsaz a Tebqayê Rewşan Hemê û Hamid Ebdulrehman El-Ferec, endamên saziyên sivîl û hêzên eskerî amade bûn.

Ji rêveberên Akademiya Civaka Demokratîk li Bakûrê Sûriyeyê Ferzende Munzir axaftina destpêkê kir û got, “Hêzên sermayedar û dagirker li dibistan û zanîngehan hişmendiya desthilatdar belav dikirin da ku civakê ji xwe bikin kole.”

Munzir bi bîr xist ku akademiyên demokratîk di vî warî de bi roleke girîng rabûn da ku civakeke exlaqî û demokratîk li ser bingeha biratî û aştiyê karibe bête avakirin.

Hevseroka Meclîsa Qanûnsaz Rewşan Hemê, Endama Meclîsa Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Ramiya Ibêd û Hevserokê Komîteya Çand û Huner Elî Elaya jî vekirina vê akademiyê pîroz kirin.

Li gorî Rêveberê Akademiya Civaka Demokratîk a Tebqayê Silêman Ebdullah, sibe bi beşdariya 35 kesan wê yekemîn dewreya perwerdehî were vekirin.

ANHA / TEBQA

Back to top button