Çand û HûnerLêkolîn

Ma Goethe bi Kurdî dizanî!

Jixwe kes behsa wê yekê nake ka Goethe, Melayê Cizirî bi çi zimanî xwendiye. Herhal Goethe bi Kurdî nedizanî, heger xwendibe jî wergerên wê xwendine û bi qasî em dizanin, wan çaxan wergera Elmanî ya dîwana Melayê Cizirî peyde nedibû. 

İBRAHİM BULAK

 

Ev çend sal in, li ser Goethe û Melayê Cizirî efsaneyek heye û li gorî vê efsaneyê Goethe di pirtûka xwe ya “West-östlicher Diwan (Diwana Rojava û Rojhilatî) de behsa Melayê Cizîrî dike û pesnê helbestvaniya Cizirî dide. Di çend pirtûkên li ser dîwana Melayê Cizîrî yên bi Kurdi çapbûyî de heman efsane bi şêwazên cuda cih digire. Di pêşgotina pirtûka Prof. Dr. Abdulbakî Turan ‘Melayê Cizirî Divani ve Şerhi/Dîwan û şerha Melayê Cizirî’ (Çapa duyemîn 2012, weşanxaneya Nûbihar) de nivîskar îdîa dike ku Goethe di dîwana xwe ya navbirî de dibêje. “Ey Nîşanî!” û bi çend ristan pêsnê Melayê Cizîrî dide. Gava mirov vê dixwîne û dixwaze li çavkaniya agahiyê jî mêze bike û li bîblîyografiyayê rastî kîtêba wergera Abdurrahman Bedevî bi Erebî ya bi navê “ed-Diwan uş-Şerqî” tê. Her wiha mirov nizane ka di vê pirtûkê de navê Melayê Cizirî wekî nivîskar dibêje “Nîşanî” ye yan “Nîsamî” ye. Herçî orijînala pirtûka Goethe ye, ne “Nîşanî” lê “Nisami” tê nivîsandin û ev nav ne tenê li cihekî li çend cihên din jî heye.

Şaşî zû belav dibin

Her du pirtûkên din jî ji weşanxaneya Avasteyê çap bûne û amadekar û wergêrê pirtûkan, Emîn Narozî ye. Yek jê dîwan bi xwe ye ya din jî wergera şerha dîwanê ye.

Jixwe, Narozî salên 1987´an jî Dîwana Melayê Cizîrî li gel Zeynelabidin Kaya ji weşananeya Roja nû çap kiribû. Şerha Dîwana Melaye Cizîrî ya Mela Ehmedê Ziving e û bi zimanê Erebî hatibû nivîsandin ku bi wergêriya Narozî sala 2013´an bi Kurdî ji weşanên Avestayê derçû. Di pêşgotina her du pirtûkan de ku ji Avestayê derçûne, behsa têkiliya Goethe û Melayê Cizirî tê kirin. Di pêşgotina Dîwanê (2012) de helbesta Goethe tine, lê şîroveya wê heye û tê gotin, “Wêjenas û şaîrê Elmanî Johann Wolfgang von Goethe jî (1749-1832) di Dîwana Rojhilat ya nivîskarê Rojava de wî rast diderîne û diyar dike ku şaîrê mezin yê bi navê Nişanî (Melayê Cizirî) bi rastî qenctirîn kes e ku ji evînê hêz û birî û hikmeta wê fam kiriye.“

Êdî bi wergera wergerê jî!

Lê di pêşgotina Şerha Dîwana Melaye Cizîrî de helbest bi xwe jî heye. Helbest ji Dîwana Rojhilat ji Şairê Rojava bi wergera Kurdî ya Naîf Tahir Mikaîl hatiye neqilkirin. Lê Naîf Tahir Mikaîl ne bi ji zimanê Elmanî ji wergera Martin Tegen a Swedî wergerandiye ango wergera wergerê ye. Helbest wiha ye :

“Şahberhema kitêban

ya evînê ye

Min ew xwend pir bi baldarî

Hindik pelên wê xweşî

Hemiyên din kul û keder

Hicran û cudahî beşektî

Pareke kurt hevgihanî

Dû re raveya xem û derdan

Dirêj dibe bi cildan,

Bêdawî û bêhejmar.

Ey Nisamî/Nîşanî axir

Te riya rast dît

Kî dikare hişkegirêkê veke?

Da evîndar vebigihin hev.”

 

 ya orîjînal jî ev e :

 

“Wunderlichstes Buch der Bücher

Ist das Buch der Liebe.

Aufmerksam hab ich’s gelesen:

Wenig Blätter Freuden,

Ganze Hefte Leiden;

Einen Abschnitt macht die Trennung.

Wiedersehn! ein klein Kapitel,

Fragmentarisch. Bände Kummers,

Mit Erklärungen verlängert,

Endlos, ohne Maß.

O Nisami! – doch am Ende

Hast den rechten Weg gefunden:

Unauflösliches, wer löst es?

Liebende, sich wiederfindend.”

 

Çawa em dibînin di orjînala helbestê de ne mexlasê Cizîrî “Nîşanî” lê “Nisami” (Nîzamî tê xwendin) dinivîse.

Her du pirtûkên din ên ku li ser Melayê Cizirî ne û heman agahî tê de ne, ji weşanxaneya Belkiyê derçûne. Yek ji wan Dîwan bi xwe ye û amedakar û edîtorê pirtûkê Rênas Jiyan e. Rênas Jiyan di pêşgotina xwe de cih dide heman helbestê û xwe dispêre pirtûka Prof. Dr. Abdulbaki Turan. Ya din jî “Wêjeya Kurmancî” ye jixwe cihê ku behsa Mela tê kirin û pêşgotina Dîwanê yek e.

 

Ev mexlas ne ew mexlas e

Wekî ku tê zanîn yek ji mexlasên Melayê Cizirî Nîşanî bûye. Li gorî nivîskarên me navên wan dan Goethe bi vê mexlasê pesnê Mela dide û wî derdixe esmanan. Lê ma bira Goethe qala Nîşanî dike yan Nîzamî Gencawî dike. Ez dibêjim, sedî sed behsa Nîzamî Gencawî dike ku bi dîwana xwe ya Leyla û Mecnûn navdar e.

Dev ji her tiştî berdin, em berê xwe bidin navê ku di pirtûka Goethe de dibuhire. Goethe li wir nav wekî “Nisami” nivîsandiye û ev nav li çend cihên din jî hene. Di zimanê Elmanî de herfa “s” wekî “es” tê xwendin lê heger di nav peyvê de kîte bi “s” dest pê bike wekî “z” tê xwendin. Yanî nivîsandina vî navî “Nisami” ye lê dema tê xwendin “Nîzamî“ tê xwendin.

Baş e, lê ma Goethe Cizîrî bi Kurdî xwend!

Jixwe kes behsa wê yekê nake ka Goethe, Melayê Cizirî bi çi zimanî xwendiye. Herhal Goethe bi Kurdî nedizanî, heger xwendibe jî wergerên wê xwendine û bi qasî em dizanin, wan çaxan wergera Elmanî ya dîwana Melayê Cizirî peyde nedibû. Lê bileks, sala 1798´an di kovara Neuer Teutscher de hin beşên Xûsrev û Şirîn a Nîzamî Gencawî bi wergera Joseph von Hammer-Purgstall ji Farisî ber bi Elmanî ve hebûn û sala 1809´an jî li Leipzigê wekî pirtûk ev werger dabû çapê. Ango Goethe hê sax bû bi Elmanî helbestên Nizamî Gencawî dihatin peydekirin.

Wekî din Goethe di dîwana xwe de behsa navê heft helbesvanên farisînûs dike. Em Nîzamî bidin aliyekî, her şeşên din ev in: Firdewsî, Enwerî,Celaledînî Rûmî, Sadî, Hafiz û Camî. Li wir, bi awayekî zelal mirov fêhm dike ku yê heftan jî Nîzamî ye ne Nişanî ye. Ji ber ku Goethe di dîwana xwe de qala destana Leyla û Mecnûn jî dike ku ji alî Nîzamî Gencawî ve hatiye nivîsandin. Jixwe, wekî din di gelek metn û şîroveyên li ser dîwana Goetheyê bi Elmanî de “Nisami” ne Melayê Cizîrî ye Nîzamî Gencawî ye. Li ser vê yekê ti şik û guman tine.

Ne hewcê ye mirov helbestvaniya Melayê Cizîrî efsaneyên bi vî hawî bîlasedem mezin bike. Dibe ku nivîskar ji bo pirtûka wî zêde bê firotin û nîqaşkirin serî li rêyên welê dide, lê heqê ti kesî tineye helbestvanekî wekî Melayê Cizîrî ji bo firotina pirtûka xwe bike înstrûmanek.

195

Back to top button