ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn
bi yekdestî Minbicê biparêzin
Cîgirê Fermandariya Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Benawî, got ku ew tu carî derfet nadin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê destwerdna karê Minbicê bikin. Her wiha tekez kir ku dê bersiva hemû kesên ku dixwazin aramî û ewlehiya Minbicê tevlihev bikin, bidin.
El-Benawî got :” Em destwerdana Tirkiyeyê ji xaka Sûriyê bi temamî şermezar dikin. Em tu carî derfet nadin dagirkeriya Tirkiyê ku bi hustek ji xaka me dagir bike.”
El-Benawî diyar kir ku wê gel û barêzvanên Minbicê li hemberî hemû êrîşên ku yekitiya gelê herêmê hedef digirin derkevin û bersiv ê bidin.
El-Benawî di axaftina xwe de bang li hemû şêniyên herêmê kir ku bi yekdestî li dijî êrîşkaran derkevin û parastina herêmên xwe bikin.