ÇalakîManşêt

Şandeyek ji partiya me serdana Partiya Hevbendiya Demokratîk a Sûriyê li Reqayê kir

Duh Sêşempê, şandeke Partiya Yekîtiya Demokratîk serdana nivîsgeha Partiya Hevbendiya Demokratîk a Sûriyê li Reqayê kir.

Şanda partiya me ji endamê Meclisa Giştî Mihemed El-Nasir, û Xazî El-Yasîn, Rîm Idrîs û Beşar El-Xidir endamên Komîteya Têkiliyên Partiya Reqayê pêk hat.

Şande ji aliyê Sekretera Partiya Hevbendiyê ya şaxa Reqayê Necla Necar, endamê Nivîsgeha Têkiliyan Zekeriya El-Xidir, endamê Nivîsgeha Karker û felahîn Casim El-Kadro û Omer El-Ehmed endamê Nivîsgeha Werzîş û Ciwanan a Partiya Hevbendiya Demokratîk a Sûriyê li Reqayê ve hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan rewşa herêmên Rêveberiya Xweser, zehmetiyên dikişînin û pêwîstiya kar ji bo piştgirî û pêşxistina saziyên Rêveberiya Xweser gotûbêj kirin.

Her du aliyan diyardeya koçberî û bazirganiya madeyên hişber li bakur û rojhilatê Sûriyê û çawaniya dîtina çareyan ji bo nehiştina van diyardeyên xirab gotûbêj kirin.

Ji aliyê xwe ve, endamê Meclisa Giştî ya Partî (PYD) Xazî El-Yasîn, behsa xebata ji bo pêşxistina mekanîzmayeke xebatê ya ku hemû aliyên siyasî tê de cih digire û pêwîstiya lidarxistina semînereke yekgirtî ku tê de hemû aliyên tê de beşdar bibin ku encam û muxrecat ji bo piştgirî û pêşxistina Rêveberiya Xweser, kir.

Ji aliyê xwe ve endama Meclisa Jin Rîm Idrîs behsa şerê taybet, pêwîstiya aktîvkirina şerê şoreşgerî, asta bandora wê li ser ramanê û pêwîstiya parastina baweriya me kir, û destnîşan kir ser rola têkoşîn û serkeftinên jinan di hemû qadên jiyana leşkerî, aborî û siyasî de.

 

Back to top button