Partiya Sûriya Pêşerojê pêşengehek li Helebê li dar xist, di salvegera yekemîn ya şehadeta Hevrîn Xelef sekretêra giştî ya partiyê, senevîzyonek li ser jiyan û rêça wê yî têkoşînî hat pêşkêz kirin, her wiha di pêşnegehê de wêneyên şehîd Hevrîn û Ferhad Remedan hat pêşkêş kirin,
Hevseroka hevbeş ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Eyşe Hiso beşdarî pêşengehê bû, îşaret kir ku şehîd Hevrîn Xelef Sûriyeyk pirrengî ne navendî dixwest, û xurtkirina pernesîbên Netewa Demokratîk.
Eyşe Hiso wiha zelal kirk u Hevrîn têkoşerek ji asta bilind bû hewil dida ku ramanên partiya xwe xurtû berfirh bike, û îşaret kir ku hedefgirtina şehîd Hevrîn, û temsîlkirina bi laşê şehîda Barîn li Efrînê komployên ku li dijî projeya Netewa Demokrat çêdikin, her wiha destnîşan kirk u hedefgirtina şehîd Hevrîn ew e hedefgirtina vîna jina azad e, û wiha tekez kir û got: Doza Şehîd Hevrîn di bidestxistina azadiyê doza me hemuyan ne û doza hemû jinên cîhanê ye.