ManşêtNûçe

6 jinên şopdarê rêya heqîqetê

Agirî, Arîn, Eylûl, Şîlan, Rohenda û Dilovanan jî bi dîtinên xwe yên herî bedew ev rastî girtin nava objektîfên xwe. Pir caran jî bi hestên xwe yên herî paqij û herî kûr li ser rûpelên sipî bûn hibra pênûsê.

6 keçên ku bi çîroken dayiken dilêş mezin bûn û dilê xwe bi evîna welat mezin kirin. Wan di dilê xwe de xeyalên welatekî azad himbez kiribûn. Ev welat jî welatê agir û rojê ye. Wan evîna xwe di welatê agir û rojê de ditibûn û bûbûn evîndarê vî welatî. Ne hêsan e ku mirov şahidiyê li dîrokê bike. Şervanên YPJ’ê bi sekin û têkoşîna xwe dîrokek ji nû ve zindî kirin. Wan bi canê xwe destanên herî dîrokî nivîsandin. Cîhanê tev ev rastî dît û şopand. Ew şahidî bi cîhanê dane nasîn, karê mirovên herî bedew e. Yên ku rastî dişopandin û dibûn lêgerokên rastiyan kesên herî wêrek, herî leheng û dildarên welat bûn. Agirî, Arîn, Eylûl, Şîlan, Rohenda û Dilovanan jî ji gelê xwe re bûn şervan û ji hevrêyên xwe re bûn dengê heqîqeta ebedî. Wan di wê oxirê de ku rastiyê bigihînin cihanê û di oxira azadiyê de giyana xwe feda kirin. Însan hebûneke gerdûnî ye. Çawa ku gerdûn bê mirov, mirov bê gerdûn nabe di xeyalên însanên şoreşger de jî xwe gihandina bêdawîbûnê tişta herî pîroz û jêneger e. Şoreşger xwedî utopyayên mezin in, tiştên mezin difikirin û tiştên mezin pek tinîn. Şoreşger di erdnîgariyeke bê av û bê şînahî de dibin aso û di asîmanên welatê xwe de dibin stêrk. Di nava rastiya gerdûnê de dualîteya hebûn û nebûnê bi xwe re hem gelek tiştan ava dike hem jî gelek tiştan dide windakirin. Di vê sedsalê de rastiyên heyî ji aliyê xwînmijan ve tên tinekirin. Lêgerokên rastiyê jî dibûn tekoşerên heqîqetê.

Serpêhatiya her şervaneke rûmetê, dema tê vegotin rastî li pênaseya xwe digere. Dema ku rastî dibe giyana pakrewanên ku xwe di oxira gihandina heqîqetê de feda dikin asoya jiyaneke  nû strana xwe vedibêje. Lê Dilovana dilê şoreşê navê strana xwe kir Berxwedana Rûmetê.

Back to top button