ManşêtNûçeNûçeyên LezgînXweserî

Qonaxa Sêyemîn ji Xezeba Firatê hat Ragihandin

REQQA– Rûspiyên ereb ên herêma Reqqayê bi daxuyaniyekê bang li hemû welatiyên Reqqayê kirin ku piştgirya şervanên QSDʹê bikin.

Rûspiyên ereb ên herêma Reqqayê piştî îlankirina qonaxa sêyemîn a Hemleya Rizgarkirina Reqqayê ku ji aliyê Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê ve hatiye destpêkirin daxuyniyeke dan raya giştî.

Daxuyanî bi amadebûna hejmareke ji rûsiyên ereb ên herêma Reqqayê, fermandarên Hêzên Sûriyeye Demokratîk, endamên Meclîsa Sivîl a Reqqayê û bi sedan şervan ji aliyê Şêx Ubeyd Xelef El-Hesan ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Gelê hazir ên bi rêz

Rehme ji bo hemû şehîdan û şîfa xêrê ji birîndarên me re

Em tevhî gelê bakurê Sûriyê silav dikim. Serkeftinên Hêzên Sûriyeye Demokratîk bi rizgarkirina bajarê Kobanê  re ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin û vîna gel re dest pê kir. Bi rizgarkirina Girê spî, Hol, Şedadê, Benava Tişrîn, Minbic û bakurê Reqqayê re berdewam kir. Encamên van serkeftinan berhmenên xwîna şehîdan û vîna gelan e. Xwîna gelê Sûriyê ji hemû pêkhateyan wî li dijî terorê li ser vê axê hate rijandin, di tu dîrokan de wehşiyet mîna ya DAIŞ û alîgirên wê derneketiye.

Avakirina Hêzên Sûriyeye Demokratîk berhemên kombûna gel li derdora lehengên xwe yên bi rûmet û welatparêz e. leşker, karker û cotkar û tevahî gel mil bi mil li derdora hev kom bûn. Armanc û çarenûsa wan ew e ku welatê xwe ji çeteyan rizgar bikin, îro me li şûna cîhanê şerê fikirê radîka, yê ku dûrî hemû bawriyan e, dikin. Em piştgiriyê didin Hêzên Sûriya Demokratîk û em serkeftinê têne bidest xistin li gelê bakurê Sûriyê pîroz dikin.

Bi navê rûspî û rewşenbîrên herêma Reqqayê em bang li şênî, rewşenbîr, ciwan, jin, zilam û tevahiya gelê herêmê dikin ku piştgiriyeke rast bibin vê hêzê da ku em serkeftinên xwe li Sûriyê bidomînin. Bi xwîna şehîdên me, em ê gelên xwe yên ku hîn di bin zilam DAIŞ‘ê de ne xelas biklin û careke din em bang li wan dikin ku serkeftinên ku bi xwîna şehîdan, êşa birîndaran û vîna gel hatine bidestxisine, biparêzin.

Em berxwedana Hêzên Sûriyeye Demokratîk, Hêzên Erka Xweparastinê, Asayîş û hemû parastvanênn rûmet û azadiya gelê Sûriyê silv dikin.

Bijî yekîtiya gelê Sûriyê”

Xezeba Firatê 11 Kîlometreyan pêşve çû

Wekî din bi despêkirina Qonaxa 3. ji Xezeba Firatê hêzên wê 11 Kîlometreyan pêş ve çûn. Qonaxa Sêyemîn ya Xezaba Firatê bi du baskan despê kir. Baskê yekemîn ji gundê Xiniz yê girêdayî Silûk, baskê duyemîn ji herêma Mekmen yên staratejîk ya gundê Bîr Beha destpê kir.

Baskê Xiniz ji sibê ve 10 km pêşket û rêka ku diçe gundê Galta kontrol kir. Bi vê ji bakurê rojhilatê Reqqa 24 km nêzîkî Reqqa bû. Gundê Bîr Seada û 3 mezrê navê wan nehatin zanîn  rizgar kirin.

Baskê Mekmen yê ji gundê  Bîr Beha 11 km pêşketin û du mezrayê navê wan nehat zanin rizgar kirin.

Heta niha di şerên dijwar yê diqewimine de  balafirên koalisyona dijî DAIŞ 15 êrîş pêk anîn û gelek çeperên çeteyên DAIŞ rûxandin. Di şerê ji sibê de bi dijwarî didome de her du baskan qasî 10 km pêşve çûn, 10 çeteyên DAIŞ’ê kuştin. Ji wan du 2 cenazeyên wan ketin destê şervanên Odeya Çalakiyan Xezaba Firatê. Di şerê ku di didome de maşînekî leşkerî hate rûxandin. 2 keleşnikof û motorbisiklet hate desteserkirin.

ji aliyekî din ve Telal Silo ji bo ajansa Hewarê daxuyanî da û weha got kû bi hezaran şervanên ji Reqqayê tevlî vê pêngava me bûne.

Berdevkê Fermî yê QSDʹê Merîal Tela Silo destnîşan kir ku 5 hezar şervanên ku piraniya wan ji ciwanên ereb ên ji Reqqayê ne nû tevlî hemeleya Xezeba Firatê bûne.

Berdevkê Fermî yê QSDʹê Merîal Tela Silo piştî daxuyaniya destpêkirina qonaxa sêyemîn a hemeleya Xezeba Firatê ji nûçegîhanên Ronahî TV re axivî û got hêzên QSDʹê û Koalîsyona Navdewetlî ya li Dijî DAIŞʹê 5 hezar şervanên nû ku piraniya wan ji ciwanên ereb ên Reqqayê ne perwede kirine û ew şervan cihê xwe di qonaxa sêyemîn a Hemeleya Xezeba Firatê de digirin.

Silo da zanîn ku koalîsyona Navdewetlî ya li dijî DAIŞʹê beşek alîkariyên leşkerî ji komên ereb ên ji herêma Reqqayê ku di nava QSDʹê de ne re şandiye û destnîşan kir ku wan ji Kaolsîsyonê xwest ku alîkariyan zêdetir bike.

Silo li ser qonaxa sêyemîn a hemeliyê jî ev tişt anî ziman: ʺ Qonaxa yekem û duyemîn a hemeliyê serkeftî derbas bû. Niha jî hêzên me dest bi qonaxa sêyemîn kirine. Di vê demê de 5 hezrar şervanên ku piraniya wan ji Reqqayê ji aliyê hêzên me û Koalîsyona Navdewelatî hatin perwedekirin cihê xwe tevlî hemeliyê bûne.  Tişta balkêş ew e ku ji sedî 75ʹê wan ciwanan ji Reqqa ne. Armanca me di vê qonaxê de ew e ku em Reqqyê qut bikin û bixin çemberê.Pişt re jî em ê dest bi rizgarkirina bajarê Reqqayê bikin.ʺ

Li ser pîlanên wan ên leşkerî jî Silo ev agahî dan: ʺHêzên me di vê qonaxê de wê bi lez bimeşe, rewşa hewayê jî alîkare. Em ê di vê qonaxê de jî pîlanên xwe yên berê bimeşînin, ji ber ku pîlanên me di herdû qonaxan de serkeftî derbas bûn. Hêzên me û bi taybet şervanên ereb ên ji hermê ku tevlî QSDʹê bûne, perwede dîtin û cihê xwe di nava qonaxa sêyemîn a Hemeleyê de bigirin, ev jî hêza me zêdetir kiriye.ʺBender El Deham

El-Senadîd ku ji êla Şemer a ereb pêk tê û yek ji qewetên ku di bin banê QSDʹê de cih digirin. Fermandarê El-Senadîd Bender El-Hadî têkildarî qonaxa sêyemîn a hemelya Xezeba Firatê got ku ew wekî hêzeke cihê xwe di nava QSDʹê digirin û wiha dom kir: ʺ Hêzên me tevlî qonaxa sêyemîn a Hemeleyê bûne. Gelek ciwanên Reqqayê tevlî hêzên QSDʹê bûne. Tişta ku vê qonaxê ji yên din cûda dike ew e. Şêniyên herêmê gelek zulim û zordarî ji destê çeteyan dîtine û niha dixwazin cihê xwe di parstina Reqqa yê de bigirin. Ew dixwazin tolê ji çeteyan rabikin.ʺ

El-Hadî di berdewama axaftina xwe destnîşan kir ku têkiliya wan bi êlên Reqqayê re heye û wiha dom kir: ʺTêkilya me ya civakî bi êlên Reqqayê re heye. Li Reqqa êlên Iniza û Fedan jiyan dikin. Têkiliya me bi wan re xurte. Em dizanin çawa jiyan dikin, ew dixwazin ji çeteyan rizgar bikin û vê yekê ji QSDʹê dixwazin.ʺ

Back to top button