ManşêtNûçe

Girkê Legê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir  

Bi amadebûna bi dehan şênî, rêveber, nûner û endamên sazî, meclîs û komînan ên navçeya Girkê Legê.

Rêveberiya navçeya Girkê Legê êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li ser binesaziyê û çavkaniyên bingehîn ên jiyanê yên kehrebe, av, petrol û gazê dike, şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Aborî Rêheval Fener Silêman û Endama Komîteya Jinê Rêheval Nisrîn Dahir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, hêzên koalîsyonê û Federasyona Rûsyayê hat kirin ku têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên ku bûne sedema windahiyên mezin ên madî û mirovî, erkên xwe bi cih bînin.

 

Back to top button