ManşêtNûçe

​​​​​​​Îbrahîm El-Qeftan: “Lihevkirin” encamên wê dê neynî bin

Hikumeta Şamê “lihevkirinên” ku li gelek herêmên Sûriyê pêk anî, didomîne. Di demên dawî de dixwaze heman rêbazî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikar bîne, lê ev yek ji aliyê pêkhateyên herêmê ve hate redkirin.

Gelek daxuyanî ji aliyê pêkhateyên herêmê ve hatin dayîn, herî dawî jî daxuyaniya şêx û rûspiyên eşîreyên Reqa û Tebqayê bû ku têde “lihevkirinên” hatin redkirin.

Di vê derbarê de Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan ji ANHA`yê re axivî û got: “Encamên “Lihevkirinan an ku çareseriyan” neynî ne û dê aloziyê çareser neke, berovajî wê dê kûrtir bike û bibin sedem ku şaneyên terorîst li herêmê belav bibin.”

‘BI VAN LIHEVKIRINAN DIXWAZE BIDE XUYAKIRIN KU ŞAM HÎNA TÊ QEBÛLKIRIN’

El-Qeftan diyar kir ku “Çareseriyên” ku hikumeta Şamê hewl dide li Reqa, Dêrazor û herêmên din pêk bîne, ji aloziyê re nabe çareserî û wiha pê de çû: “Ev lihevkirin wekî êşbirê ye. Hikumet bi rêya wan dixwaze ji civata navneteweyî re bide xuyakirin ku ew hîna ji hêla hemû aliyan ve tê qebûlkirin. Lê ev yek di pêvajoyên bê de dê herêmê veguherîne teqîneke nû.”

El-Qeftan wiha domand: “Em ji rejîma Sûriyê re dibêjin ku ev rê dê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ne serkeftî be. Divê aloziya Sûriyê were çareserkirin. Bi pêkanîna lihevkirinan bi hin kesayetan re yan jî qebûlkirina hin aliyan alozî çareser nabe.”

‘YÊ DIXWAZE ALOZIYÊ ÇARESER BIKE DIVÊ TEV LI DIYALOGÊ BIBE’

El-Qeftan da zanîn ku heger hikumeta Şamê bixwaze vê rêyê bipejirîne wê bi sernekeve û wiha domand:  ”Em dibînin ku ew di pêvajoyên borî de îflas bûye. Tu projeyên wê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê tune ye. Lê belê dixwaze sîstema navendî û desthilatdarî vegerîne.”

Qeftan di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Çima ev lihevkirin di warekî teng de bi hin kesayetan re hatin çêkirin. Em di rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan jî MSD`ê yan jî Partiya Sûriya Pêşerojê de yan jî hemû aliyên li herêmê ji rejîmê re dibêjin ku em her tim ji diyalogê re amade ne. Bila were li ser maseya diyalgê rûnê.”

Îbrahîm El-Qeftan destnîşan kir ku heger hikumet dixwazin aloziya Sûriyê çareser bike divê bi aliyên ku dikarin aloziyê çareser bikin rûnê û wiha domand: “Ew jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, Partiya Sûriya Pêşerojê, yan jî MSD`ê yan jî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.”

El-Qeftan diyar kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê hemû pêkhateyên Sûriyê qebûl dike û wiha got: “Kesên ku van lihevkirinan pêk tînin ji gelê Sûriyê ne û nêrîna wan a taybet heye. Lê gelo ew di vê nêrînê de serkeftî ne? ”

El-Qeftan wiha pêde çû: “Tişta ku em dibînin piştî 10 salan ji topbaran, hilweşandin, binketina aborî û hilweşandina welat û binesaziyê, gelo em dikarin bêyî tu şertan bi rêjîmê re lihev bikin. Gelo dê diyalog bêyî şert hebin? ev yek dê bê encam be.”

El-Qeftan diyar kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê bi pirrengiyê fikir bi şertê ku xirabkirin tune be, bawer e û got: ” Em lihevkirina bi rejîma Sûriyê re naxwazin, yan jî naxwazin ku berdewamiya xirabkirinê yan jî derbasbûna şaneyên ku dixwazin herêmê hilweşînin, hebe.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: ” Em dizanin ku encama çi lihevkirineke bi vî rengî wê bi xwe re şaneyan li herêmê ava bike. Ji ber vê yekê em dibêjin ku lihevkirin ne serkeftî ne û encamên wê dê neynî bin.”

Back to top button