ManşêtNûçe

Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd parêzeran serlêdan kirin

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dan.

Daxwaza hevdîtinê ji aliyê parêzer Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî hate kirin.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve ku bi komployeke navneteweyî hatibû girtin, li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Zêde ya Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye.

Abdullah Ocalan herî dawîn di 25’ê Adarê de bi birayê xwe di telefonê de axivîbû û ev hevdîtin qut bûbû.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, di 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe hevdîtin kiribûn. Hemû serlêdanên ji 7’ê Tebaxa 2019’an û heta niha nayên bersivandin.

Parêzeran di 22’ê Mijdarê de bi daxwaza hevdîtineke lezgîn serî li Hakîmtiya Înfaza Cezayê ya Bûrsayê dabûn û derketibû holê derbarê Abdullah Ocalan du biryarên qedexeya hevdîtinan hatiye dayîn. Hakîmtiya Înfaza Cezayê ya Bûrsayê serlêdan red kiribû û diyar kiribû dadgehê derbarê Ocalan di 12’ê Cotmehê de biryara qedexekirina hevdîtinan a ji bo 6 mehan daye.

Heman hakîmtiyê serlêdana hevdîtinê ya malbatan jî red kiribû û biryara Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfaza Cezayê ya Îmraliyê ya di 18’ê Tebaxê de hatibû dayîn, wekî hincet nîşan da. Li gorî vê biryarê heta 3 mehan hevdîtin hatine qedexekirin.

Back to top button