ÇalakîManşêt

Kongreya Star li Lubnanê semînerk ji bo tundiya li dijî jinê li dar xist  

Kongreya Star bi tevlîbûna Meclsa Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Lubnanê roja Şemiyê (14 Mijdarê), semînerek li ser tundiya li dijî jinê li dar xist, li parêzgeha Lubnanî Beyrûtê.

Di semînerê de bi dehan ji jinan tevlî bûn, û piştî deqeyek rêzgirtin, rêveberiya Kongreya Star Xezala Elaa-Edîn Mehmûd axivî, û got: Bi detpêka derketina şoreşa Rojava, û raghandina Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêra fikra Konfedraliya Demokratîk, jin di her warî de bi mêr re bû têkildar, û bû xwedî biryar û helwest li pêşiya dijmin, gelek fedahî da û xweradest nekir, û bû sembola berxwedanê.

Piştre Henan Osman seroka Komeleya Newroz a Çandî Cvakî, û got: Tevî xwespêrandina peymana tekoşîna li dijî awayên cudabûnê ji hêla Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî di sala 1979 de, tundiya li dijî jin û ciwanan hê jî pirsgirêkek belavkirî ye li hemû cîhanê.

Her wiha endama Kordînasyona Kongreya Star, Netewî Xemgîn axivî û got: Ku jin di hemû waran de xwe rêxistin dike, gelek kes wê dibîne weke civak bi giştî, weke dayik di zikê xwe de stûnên pêşerojê temsîl dike, ew dibistana yekem e di civakê de, hîn jî li hember pirsgirêkên zilmê ku li dijî wê derket li hemû parçeyên cîhanê disekine, em di Kongreya Star de em tu carî qebûl nakin tundî û zilma ku li ser pêk tê.

Semîner bi berzkirina drûşmeyên ku berxwedana jinan û rêber Ocelan silav dikin bi dawî bû.

    

 

Back to top button