ManşêtNûçe

Yekemîn Komxebata ya têkildarî DAIŞ’ê di roja sêyemîn de dest pê kir

Yekemîn Komxebata Navneteweyî li Cîhanê ya têkildarî DAIŞ’ê li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo li Hola Beylesan di roja sêyemîn de dest pê kir.

Ewlehiya Hola Beylesan ji aliyê Hêzên Asayîşa Taybet, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî ve tê girtin. Yekîneyên Heyva Sor a Kurd jî ji bo rewşên awarte yên tenduristî di holê de amade ne. Bi sedan kesên navdar û biyanî ji bo ku dadgehkirin û kiryarên DAIŞ’ê nîqaş bikin, di komxebatê de amade bûn.

Îro roja dawîn a komxebatê ye û dê li ser du maseyan semîner bên dayîn.

Maseya yekemîn, milên mafnasî yên terora DAIŞ’ê dê binirxîne. Komkujî, kiryar û binpêkirinên terora DAIŞ’ê, der heqê jinan de binpekirinên DAIŞ’ê, li gorî qanûn û peymanên navneteweyî endam û malbatên DAIŞ’ê dê çawa bên darizandin û her wiha zelalkirina dem û darizandina wan, di nav nîqaşan de cih digirin. Lêkolîner û Mafnasekî pispor di çareserkirina şeran de Gadi Sari ku wê moderatoriya maseyê bike û pisporê qanûnên navneteweyî Mehmud Patil, endamê Komîteya Mafnasiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Xidir Ibrahîm, mamosteyê mafnasiyê yê Zanîngeha Parîsê Dominique Inchauspe dê semînerê bidin.

Maseya duyemîn dê çareserî û pêşniyarên ji bo çareserkirina terora DAIŞ binirxîne. Di nav vê mijarê de çareserkirina terora DAIŞ’ê ji hêla siyasî, leşkerî, ewlekarî, civakî, aborî, civakî, qanûnî, olî, çandî de bê analîzkirin. Moderatoriya maseyê mamosteyê Zanîngeha Bexdayê Farah Sabir dê bike. Semînêr ji aliyê Dr û pisporê nakokiyên navneteweyî Thoreau Redcrow, damezirînerê Navenda Navneteweyî ya Lêkolînên Tenduristiyê Dr. Peter Neuman, endamê Navenda Navneteweyî ya Tundrawiyê lêkolîner Peter Knnob, lêkolîner û nivîskar Çeleng Omar dê bidin.

Gotûbêj dê bi mêvanan re bên kirin û dê komxebat bi xwendina encamnameyê ji raya giştî û çapemeniyê re bi dawî bibe.

 

Back to top button