ManşêtNûçe

Bi meşeke girseyî li Silêmanî şehîdbûna Diyar Xerîb şermezar dikin

Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb ku di encama êrîşa balafirên şer ên Tirk û hevkarên wan ên herêmî de li Qendîlê şehîd bû, îro bi meşeke girseyî li Silêmanî tê şermezar kirin.

Di meşê de posterên Diyar Xerîb û Ocalan, alên PKK’ê û KCK’ê hatin rakirin. Jin û girseya tevlî meşê bûn, reş girêdane û bihêrsin. Di meşê de hêrseke mezin li dijî dagirkeriya Tirk û nokerên wî yên li Başûr heye.

Dirûşmên, “Helmet Namire”, “Helmet serkirdey tacî sere”, “Bijî Serok Apo”, “KCK hêza gele”, “Bimre Xiyanet”, “Dagirker biçin derve”, “Ji bo azadî şer şer şer”, “Li Qendîl berxwedane, li Silêmanî serhildane” tên avêtin. Her wiha di meşê de stranên li ser Qendîlê bi girseyî têngotin.

Meşa ji Bextiyarî destpê kir wê heya Mizgefta Ahesûr ya tenişt City Center a Silêmanî dewam bike. Tê pêşbînî kirin di merasîma bîranîn û şermezarkirina şehîdxistina Diyar Xerîb de peyam bên dayîn.

Back to top button