Gotar

War ew war e ,ji me re behar, nûka ew beha re

Biradostê Mîtanî

Bîranîneke min . Gotareke kevin

War ew war e ,lê ji dijminan re ne ew Behar e

Ev der Kurdistan e bigiştî, rojava ye bitaybet . Lê îro ne weke diho ye.

Diho tinekirin hebû, ziman qedexe bû. Ramanê paqij kuştî dima. Dîroka derewîn dileyist, derûn biyanî dibû. Ez nebûm, saxê mirî bûm, kurdiyet di nalîna birînên xwe de radiza.

Îro war ew war e, lê geya di bin keviran de nema, YPG ,YPJ ASAYÎŞ hene, Xweseriya Demuqrat ava ye. Dîwarê stemkariyê diherive. Xak rizgar dibe. Ziman ket dibistanande, bi pirtûkên kurdî ,yên qeşeng. Hişmendiya nû û vîna bibandor û tektîkên wan hêdî hêdî, dilivin  Kurd û pêkhatên Rojava bûn xwedî saziyên xweser. Destanên rûmetê tomar dibin, a herî dawî mizgîniya serkeftina rizgarkirina Kobanê bû, bi lehengiya berxwedêrên me YPG, YPJ ,ASAYÎŞ û gurzek ji birayên wan ên pêşmergeyên başûr

Behar vedigere. Di xemile, bi kulîlkên ku vedibin û pê re, roj bi roj roniya çavên me geş dibe. Derûniya biyanî poşman dibe, li xwe,pen û nîrên mêjî û zimên di herivin . Biryar li xwediyên xwe vedigerin. Hilbijartinên gel dizîvirin, li xwezayetiya xwe. Şaredarî xwe ji nûve ava dikin, piştî êş û azaran yekîtiya kurdî şîn da. Lêvegera siyasî ya kurdî ava bû. Kurd birînên xwe bêyî qedexekirinê, derman dikin. Ew in îro serwer in, Karin biryara  betlana dibistan û saziyên fermî bidin û alên reş bi azadî ser navendên wan de hildin, di roja reş de.

War ew war e, lê ji neyaran re ne ew Behar e. Daxwaziyên dijminan diqurifin û hêviyên wan sar dibin. Siyaseta navnetewî ji me re digunice. Deriyên kilîtkirî li me vedibin. Asya Evdule (PYD) ,Nisrîn Evdule (YPJ) bi Firansiwa Holand û rayedarên ferensî re dicivin.

Behara bav û kalan tê, kulîlkên azadiyê yên bihinxweş vedibin.

Cangorî li çeperên gundewarên Kobanê û Hesekê û şingalê xaka welêt bixwîna xwe av didin. Hebûnê vejîn dikin.

Behara dîroka me ya dêrîn tomar dikin, ji nûve vedigerînin, ser şopa Kotî, Êlam, Kaşî û………………û Mîdiyan.

Lewra ji dijminan re war ew war e, lê Behar ne ew behar e. Lê ji me re, war ew war e û Behar ew behara bav û kalan e. Eem nûka hilma azadiyê jê dikişînin.

Pîroz be ji vî warî re û jê re, ber bi behareke geştir ve.

Girke legê 25-11-2626Kudrî-14-2-2015z

Back to top button