DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Di salvegera 19’an a şehadeta pêşengên partiya me Şîlan û rêhevalên wê

Îro salvegera 19’emîn ya şehadeta rêhevala me Şîlan Kobanê û komek ji pêşengên partiya me derbas dibe.

Di serî de em bi rêz û hurmet ji bo pêşengan û şehîd rêheval Şîlan Kobanî û rêhevalên wê Ciwan, Cemîl, Fûad, Zekeriya û heval şehîd Ehmed Hisên bavê Cûdî yê ku berî wan şehîd ket, disekinin, em bi fedekariya wan a ku riya têkoşîna me ronî kirin serbilindin.

Em di vê qonaxa giring derbas dibin ji dîroka têkoşîna gel û partiya me ku hêz û vîna xwe ji îradeya gel destîne ku tu carî xwe ji fedekariyê dûr nexistiye ji bo domandina berxwedana nifşê yekemîn yên tevlî tevgera azdiya kurdistanê bibûn û em salvegera damezirandina wê ya 45’an dijîn.

Şehîdên me şehîdên azadî û rûmetê ruh û xwîna xwe pêşkêş kirin ji bo rakirina zilmê û bidawîkirina zordariyê ku ketiye ser milê gelên herêmê bi giştî, drûşmeya wan jiyana azad ya ku layiqê gelê me ye û ji bo vê yekê heta roja me ya îro em têkoşîn ji bo bidestxistina Sûriya Azad Demokrasî ne navendî tê de rûmet û mafên hemûyan misoger e.

Bi têkoşîna van şehîdan partiya me bi yekîtiya çarenûsa gelan û têkoşîna hevbeş bawer bû ji bo rûbrûbûna xeterî û pirsgirêkên li hember riya azadiyê derdikeve bawer bû.

Şehîdên me di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD pêşneg û sebilindbûna me ne, û roniya riya têkoşîna bi milyonên kesên azadîxwazin, ji vir ve soza me ku em riya wan bişopînin heta bidestxistina armancên ku canê xwe ji wê feda kirin.

Em tekezî li ser îsrara xwe dikin ji bo azadî û rûmeta pêkhateyên Sûriyeyê yên ku baweriya xwe bi vê têkoşînê anîn û di yek xendeqî de li dijî terorê û zordariyê sekinîn, heta bidestxistina azadî û demokrasiyê ji tevahiya van pêkhateyan re di bin siya netewa demokratîk û mînaka wê ya rastî Rêveberiya Xweser bû ku bûye çareseriya guncaw ji bo çareseriya Sûriyeyê.

Şehîdên me meşaleyên ku rêya têkoşîna me ronî dikin.

2023-11-29

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

Back to top button