GotarManşêt

KURD NEÇARIN TA SERKEFTINÊ TÊBIKOŞIN

Kurdyar Dirê`î

“Kurdê baş ew kurdê miriye“ hevokeke ji çend gotinan siyaseta dewleta tirkîyê ya faşist  li himber gelê kurd eşkere û zelal destnîşan kiriye . ji helweşîna sulteneta Osmanî di şerê cîhanê yê yekemîn de 1914 -1918 û avabûna komara Tirkîyê ya nû piştî peymana Lozanê 1923 de, yekem metirsiya ku netewperestên Tirk jiyan kirine, hebûna gelê kurd û doza welatekî çarperçebûyî ku ta bilêvkirina navê wê bi xwe(KURDISTAN) ji nijadperest û netewperestên Tirk re hatiye wateya helweşîna komara Tirkîyê, lewra çi şerê ku Tirkîyê li himber gelê kurd daye meşandin herdem bi şerê hebûn û nebûnê  bi nav kiriye,dewletên mîna Tirkîye ku dizanin li ser talanî, xapandin,peymanên bazerganiyê hatine avakirin, li benda derfetan an jî  tesadufiyê namînin, di şerekî vekirî de bi metirsiyên xwe re jiyan dikin û beriya rûdnana wan metirsiyan amedebaşî û haziriyên xwe dikin . ne ji dema îro de ye ji berê de û di dema avabûna sulteneta osmaniyan de, metirsiya herî mezin ku toraniyan jiyan kirine, bilindbûn û derhatina statûyeke kurd e, li gorî Nezîr Cibo ku di pirtûka xwe ya bi sernavê sultanên Hevêrkan (beşek ji dîroka kurdî) de diyar kiriye: sultanê osmanî Selîmê yekemîn wiha helbesteke nivîsandibû :

“Hey xweda gazî te dikim  ku derfetan bi kurdan nede

Ta ebed nebin sultan û lingên wan di sola teng de be

Ti caran wî  têr neke û gawir ji kaniya wî vexwin ew venexwe“

Heger em baş di vê helbestê de mijûl bibin, diyar e ku  toraniyan pir êş ji ber kurdan kişandine, tengav bûne  û metirsiyeke mezin ji xwe re dîtine ta ku Sultan Selîm gihiştiyê vê kînê û gazinî  xweda kiriye, her wiha li pey komkujiyên di derheq kurdan de li amedê hevoka “kurdê baş ew kurdê miriyê“ hatiye gotin û  di pey re rayedarên Tirkan li pey hev ew hevok di gelek helkeftan de dûbare kirine.Mebest ne bi tenha hevokeke an jî  helwesteke Tirkane,  mebest ewe ku  Tirkîyê hebûn  û nebûna xwe di çarçova hebûn û nebûna kurdan de girtiye dest.Hingê jî Tirkîyê ne amede ye ku doza kurdî  çareser bike,bi tenha amede ye ku qirkirin, komkujî û tunekirina doza kurdî têxe rojeva xwe de, derfetan dê nede ku kurd bibin xwedî statû û dengên wan sînorên bindestiyê derbas bike, di hin deman de hin rayedarên Tirkîyê  behsa doza kurdî kirine, ew jî di demên tengavbûnê de û dipeyre xwe bi xwe red kirine û dûbare siyasetên qirkirinê dane pêş û mînaka herî  dawî jî serokê Tirkîyê yê roja îro  Erdogane. Erdogan xapandin, derew, bê bextî, qurnazî, kîn û keysbaziya kombûyî  di siyaseta Tirkîyê de ji dema osmaniyan û ta roja îro di xwe de civandiye û li himber doza kurdî , di bin zuhniyeteke osmanî, islamî ,netewperestî de  “an hebûna Tirkîyê an jî hebûna kurdan“ de tevgeriya ye, çimkî  Dewleta Tirkîyê di roja îro de gihiştiyê wê baweriyê  ku ew li ber çerxeriyekê ye an wê ta ebed doza kurdî  ji holê rake û an jî  Tirkîyê  dê perçe perçe bibe bêyî ku li çareseriyên demoqratîk  bigere, lewra  di demekê de ku Rojhilata Navîn tevde li ber guhertinan ne û di nava qeyranan de jiyan dike,  Rêzdar Ocelan nexşeriya çareseriyê  ji tevaya kirîzên di Rojhilata Navîn de û di nav de jî ji doza kurdî re danî bû, lê belê li gorî  ku di rêzikên li jorê de me anîbûn ziman, dewleteke avbûyî  li ser xapandin,xwîn,talanî û fobiya hilweşînê, dê riyên demoqrasiyê  nepejirînê, û kurd neçarin ku heta dawiyê li berxwe bidin û ta serkeftinê tê bikoşin.

Back to top button