GotarManşêt

Helwesta kurdan ber pirsyariyeke dîrokiye

Kurdyar Dirê`î

Şerê cîhanê yê sêyemîn bi rêve diçe, di nava vî şerî de diyar bûye ku hêzên hegemon pisgirêkên di Rojhilata navîn de, di serî de doza kurdî û ya filestînî ,bi zanebûn û bi pilan dinava 100 salên borî de bê çareserî hiştine û sîstemên di Rojhilata navîn de jî ne bê pilan û armanc bi cî kirine, lê dem hatiye ku ew sîstem werin guhertin û sîstemên nû ava bibin, her wiha herdû doz jî kurd û felestînî bi awayekî ji awayan çareser bibin, lewra di pêngava yekemîn ya şer de herêma Başûrê Kurdistan weke herêmeke fedral hatibû ragihandin, di pêngava duyemîn de herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê ji navzik ê kirîza sûriyê de derhatiye, aneha em di nava pêngava çaremîn ya şerê cîhanê de ne ku ber bi şikandina Îranê ve diçe, û heger wiha bibe wê were wateya avabûna herêma Rojhilatî Kurdistanê. her wiha dinava vî şerî de Tirkîya ku ji her dewletên dagerkerên kurdistanê bêtir ketiye liv û tevgera li dijî doza kurdî de, bixwaze nexwaze temenê dagerkeriya xwe ji kurdistanê re tijî kiriye û çendîn hewildanan bike ku rewşa Bakurê kurdistanê wiha di nava inkarê de bihêle an jî bixwaze Tirkîyê bimîne dinava siyaseta yek al,yek ziman, yek netew, dê bi ser nekeve , çimkî bayê guhertina ku şerê cîhanê yê sêyemîn bi xwe re tîne , bayê avakirina Rojhilateke nûye , hebe ne li gora xwestekên kurda bin lê dê ne bêyî naskirina wan be jî, her wiha hebe ku sînorên dewletan nekevin, lê şêweyê dewletan dê weke xwe nemînin.

Tirkiyê, Îran ,Îraq, û Sûriyê jî baş dizanin ku guhertin tên, lewra ewê jî hemî derfet,îmkan û hewildanan bikin ku van guhertinan di çarçova berjewendiyên xwe de, ne di berjewendiyên gelan de pêk bînin, her wiha rewşa şerê cîhanê yê suyemîn istismar bikin û dinava hevsengiyên cuda cuda de heta ku karibin qirkirin û wêrankirinê bi ser Gel, Tevger û deskeftiyên kurdan de bînin, di serî de Tirkîyê, lewra  pêwiste were zanîn ku guhertin ,deskeftî û bi destxistina mafan di nava van rewşan de ji ber xwe ve nayên û di hebûna van netew-dewletên bi taybet Tirkîyê de ku siyaseta  faşizmê  li himber kurdan dide meşandin de xwe amadekirina  gel û tevgera kurdî di her milî de, leşgerî, siyasî, civakî , aborî  û diblomasî )  û baş xwendina pêşketinên di cîhan û deverê de giringiyeke pir pêwiste.

Di nava vî şereî de girêdayî  kurdan ve, Tirkîyê bi rola herî xerab radibe , xwedî pirojeyin qirkirinê ye li himber gelê kurd,rojhilateke nû  bêyî kurdan hêvî dike û çeka ku bikar tîne jî  pir aliye, him siyasî,  leşgerî , aborî , diblomasî û him jî ya herî  metersîdar çeka bikaranîna kurd li himber kurd dixe dewrê de , lewra ,tevgerkirina tevgerên kurd û helwesta wan li himber van metirsiyan berpirsiyariyeke dîrokî ye û berjewendiyên partiyan derbas dike , ew girêdayî hebûn û nebûna kurda ye û dîrok  hesabxwestinê ji çi aliyê ku bê berpirsiyarî tevbigere dê bixwaze

Back to top button