ManşêtNûçe

​​​​​​​TEV-DEM`ê komploya navneteweyî, êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî û peymana li dijî Şengalê şermezar kirin

Daxuyaniya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku kopiyek jê gihîşt ber destê me, wiha ye:

“Beriya 3 salan dewleta Tirk a dagirker tevî bi deh hezaran çete û terorîstên Cebhet El Nusra û DAIŞ`ê êrişeke terorî li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî da destpêkirin, armanc jê dagirkeriya sîstematîk bû. Tê de hemû cureyên çekan û di nav de yên qedexekirî li pêş çavên civaka navneteweyî hatin bikaranîn.

Dagirkeriya Tirkiyê ku roja 9`ê Cotmeha 2019`an pêk hatî, ji bo tunekirina mîrasê berxwedana gelan bû ya ku rêber Abdullah Ocalan ava kiriye. Ev êriş di heman rojê de bûn ku komploya navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan bi beşdariya gelek dewletan pêk hatiye.

Ev her du siyasetên sîstematîk û berdewam in, armanc jê derbekirina destkeftiyên gelê Kurd û lawazkirina îradeya gelên têkoşer e. Lê belê hêzên komploger nikarîn dawî li Kurdan bînin û nikarîn têkiliyên civakî yên li ser rêgez û pîvanên exlaqî ji hev bixin. Ji lew re ev dewlet hîna jî piştevaniyê didin teror û dagirkeriyê û li dijî îradeya civaka êzidî ya Şengahê rê ji peymaneke nû di navbera Bexda û PDK`ê de vekirin. Ev siyasetên sîstematîk li dijî çand û nixên exlaqî yên gel û pêkhateyên herêmê ne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 3 salên borî de hovantirîn rengên siyaseta şevenîst ya osmanî pêk anîn, ku hewl didin li herêmên dagirkirî bi rê û rêbazên cuda osmaniyê pêk bînin. Ji siyaseta kîn û nefretê bigire û heta siyasetên tirkkirinê, avakirina mêtîngehan, guhertina demografiyê û gefên rojane yên li dijî şêniyên resen ên Serêkaniyê û Girê Spî ku wan neçarî teslîmbûnê, ajantî, koçberiya bi dare zorê dikin da ku terorîstan li herêmê bi cih bikin.

Dagirkeriya Tirk a faşîst hewl da binesaziya çandî û civakî ya li Serêkaniyê xirab bike, da ku mîrasê demokrasî û edaleta civakî ya di navbera hemû pêkhateyên herêmê de têk bibe. Torên MÎT`ê bi rêbazekî dijminane, cihên pîroz rûxandin, kolandin û xirab kirin. Her wiha ava stasyona Elok ji ser bi milyonan mirovan qut dike. Ev yek zihniyeta diminane ya dagirkeriya Tirk li dijî gelan nîşan dide. Piraniya şêniyên resen ên Serêkaniyê û Girê Spî li kampan dijîn, dewleta Tirk a dagirker şênî perîşan kirin, zarok ji xwendinê bêpar kirin, rêxistinên hiqûqî yên girêdayî NY`yê jî tu girîngiyê nadin.

Em bang li hemû hêzên demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, saziyên hiqûqî yên navneteweyî yên têkildar dikin ku platformeke navneteweyî yan sîwanekê ava bikin da ku dewleta Tirk a dagirker li ser siyasetên wê û karên hovane yên xeternak, darizînin.

Di serî de Amerîka, Rûsya û NY`yê, em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û li hember nirxên cewherî yên gelan û hêviyên wan ên aramî û ewlehiyê, berpirsiyariyên xwe yên exlaqî pêk bînin.

Em bang li gelê xwe û hemû pêkhateyên herêmê jî dikin ku em di qonaxeke pir girîng re derbas dibin. Tu kes nikare roja me tarî bike û îradeya me derb bike, ji ber ku me bi derfetên xwe yên xweser û bi pêşengiya jinan şoreşa xwe li ser pîvanên şerê gel ê şoreşgerî ava kir, ku misogeriya rasteqîn a serkeftinê ye.”

ANHA

Back to top button