DaxuyanîManşêt

Daxuyanî bi boneya sêyemîn salvegera dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî

Ji raya giştî re

Sêyemîn salvegera dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser bajarê Serê Kaniyê û bajarê Girê Spî bi êş û xemeke zêde derbs dibe, bêyî ti çareseriyeke mirovî ya navneteweyî ji bo bidawîkirina hebûna dagirkeriyê li her du bajarên ku şêniyên wan bi darê zorê di bin bombebarana êrîşkar a ku dagirkeriya dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha sala 2019’an de dest pê kir.

Dagirkeriya terorîst a faşîst a Tirk, di bin siya xemsariya navneteweyî de, bûye sedema koçberkirina zêdetirî 200 hezar sivîl û bi sedan qurbanî, û vekirina derî li ber binpêkirin, tawanên şer û êrîşên ku li herêmên dagîrkirî pêk tên ji (revandin, kuştin, şantaja darayî, wêrankirina cihên pîroz û mal, îdamkirina meydanî, şewitandin, talankirin û projeyên guhertina demografîk), ji bilî êş û azarên rojane yên koçberên ji axa xwe di kampên ku ji ber nepejirandina Netewên Yekbûyî ji pêwistiyên jiyanê dikişînin, û ev siyaseteke cudkariyê ye ku ji aliyê rêxistina navdewletî ya mafên mirovan ve li dijî koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de siyasetên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî gelê me û axa me bi tundî şermezar dikin, û bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe yên hiqûqî û mirovî bi cih bînin, û bang li dewletên garantor ên navneteweyî (koalîsyona navneteweyî û Rûsya) dikin ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmên dagirkirî yên ku şêniyên wan di encama êrîşên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê de bi darê zorê koçber bûne, bikevin nava tevgerê.

Em tekez dikin ku divê hemû hêzên siyasî yên Sûriyê û piştgirên navdewletî yên krîzê baş bizanibin ku ji ber hebûna dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê, li Sûriyê ti aramî û çareseriyeke siyasî tune, herwiha hebûna dagirkeriya Tirkiyê bi taybetî derfetên têkbirina rêxistina DAIŞê û komên terorîst ên ku ji destpêka şerê Sûriyê ve li herêmên Sûriyê yên di bin dagikerya Tirkiyê de hatin dîtin, jîngeheke guncaw ji bo ji nû ve birêxistinkirina xwe û çavkaniyeke girîng a fînansekirina operasyonên şaneyên wê li herêmên ewle li bakur û rojhilatê Sûriyê kêm dike, herwiha ji ber hebûna dagirkeriya dewleta Tirk jî ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê tu gav nayê avêtin.

Her wiha em bang li civaka navdewletî dikin ku ti bingehên qanûnî ji bo mayîna dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê nînin û ew sedema karesatên bi milyonan koçber û penaberên Sûriyê ye, û hebûna wî hemû hewldanên navdewletî yên bi armanca piştgirîkirina aramiyê û dabînkirina ewlehiyê têk dide û cîbicîkirina biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî sînordar dike.

Em bi navê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) sûcên dagirkeriyê şermezar dikin û daxwaza derketina wê ji Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn û hemû herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî dikin, Em bang li aliyên navneteweyî dikin ku hemû binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û qutkirina ava stasyona Elûkê ku bûye sedema karesata zêdeyî milyonek mirovên ku ji ber ava vexwarinê êş dikişînin, rawestînin, Ji bilî girtina para Sûriyê ji çemê Firatê, ku bû sedema belavbûna nexweşiyan di nav gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Em bang li civaka navdewletî dikin ku hemû tedbîr û rêyên yasayî û mirovî ji bo vegera şêniyên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê yên dagîrkirî bigire, ji bo vegera aram û bi rûmet bo cih û warên wan û dawî li êş û azarên wan bînin.

8-10-2022

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

Back to top button