DaxuyanîManşêt

Bîst û çar sal ji berxwedanê

Di 9’ê Cotmehê de bîst û çar sal li ser komploya navneteweyî ya ku Rêber Apo kir hedef derbas bûn û heya niha jî bi projeyên xwe yên ku îradeya gelan û dîroka wan dike hedef, didome, pirojeya ku herêm û welatên Rojhilata Navîn ji bo hemû hêzên di serî de krîzeke kûr dijîn veguherand çolê û bû navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn.

Û ev komploya ku Rêber Apo ji Rojhilata Navîn derxist û di 15’ê Sibata 1999’an de ji aliyê hêzên hegemoniya cîhanî ve hat girtin û li giraveke dûr a deryaya Mermerayê di bin parastin dewleta Tirk de, di girtîgeha Îmraliyê ya yekkesî de bi cih kir, li cihê ku ew hîn jî ji cîhana derve di tecrîdê de, li dijî hemû qanûnên mirovahî û navneteweyî û hemî pîvanên exlaqî, û li Îmraliyê jî zagonên Tirk ên neheq ne derbasdar in

Ev komplo ne tenê gelê Kurd û rêberê wî hedef digire, lê ew hemû gelên Rojhilata Navîn hedef digire, şoreşa gelê Kurd ku bi yek kesî dest pê kir, piştre bû kom, di sala 1978’an de veguherî partiyeke şoreşger û di sala 1984’an de jî şerê çekdarî kir, îro bûye faktora ewlekarî û aramiya herêmê û gelê Kurd, û bandora xwe li ser hemû gelên Rojhilata Navîn kir, ew herêma stratejîk ku her tim cihê çavtengî û planên hegemonên cîhanê bû, û dema ku wan hêzan projeyek li gorî mezinahî û rojevên xwe hizirîn, pêwîst bû ku ji wan astengên ku rê li ber cîbicîkirina projeya wan digrin rizgar bibin, ji hişê ramanê xilas bibin û piştre bedenê ji hev bixin, da ku nikaribin tiştekî ji bo gelê Kurd û gelên herêmê bi dest bixin.

Tiştê ku qewimî ev e ku şagirtên Abo karîbûn riya xwe biparêzin û riya ku rêber dest pê kiribû tevî hemû komployên perçebûnê û fêlbaziyên nefret berdewam kirin, û gelê Kurd bû pêşengê hêzên ku banga demokrasî, biratiya gelan û têkoşînê dikin, û fedakariya Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo gelên herêmê bû mînak, ev tevger di heman demê de karîbû li hemberî tifaqa dij gel û azadiya wan a ku ji hêzên mêtingerî, bertek, îxanet û terora tarî pêk tê, bisekine, û şoreşa Kurd di hevkêşeyên navneteweyî de bû hêzeke ku li ber çavan bê girtin.

Em di Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de dibînin ku ev komploya ji aliyê hêzên hegemoniya cîhanî û herêmî ve hatiye destpêkirin, hîna jî israr dike ku plana xwe bi cih bîne, da ku gelan bixe nava hev de û wê bikişîne pevçûê ji bo ku hegemoniya xwe ferz bike û dewlemendiya wê talan bike.

Yekane rêya pûçkirina vê komployê, bi yekkirina piradîgmaya neteweya demokratîk a ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye avakirin û Yekkirina enerjiya gelan a li hemberî hêzên serdest û mêtingeriyê û ji bo şikandina esareta Rêber Ocalan ku hedefa yekemîn a komployê bû xebat kirin, bi berdana wî, wê ji lepên vê komploya navneteweyî azad bibe.

9-9-2022

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

Back to top button