Duh danê êvarî li gulîstana Şehîd Zevîn yekîtiya jinên ciwan Ş.Sara Hogir Riha û Ş.Bîşeng birûsk bi amadebûna gelê Navçeya Dirbêsiyê û Endamên Saziyan hatin bi bîranîn.
Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê li ser rihê şehîdan hat destpêkirin.
piştre axaftinek li ser navê yekîtiya jinên ciwan hat kirin.Di axaftinê de hate gotin : em ê hemû jin li ser riya her du şehîdên azadiyê bimeşin , ji ber ku berxwedaniyeke dîrokî kirin ta ku gihaştin asta şehadetê.
Di dawiya bîranînan de helbest,stran û sinîvizyon hat pêşkêşkirin.