ManşêtNûçe

TEV-DEM`ê banga parastina nirxên Rêber Abdullah Ocalan kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî da û Komploya Navneteweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan ku 9`ê Cotmeha 1998`an dest pê kir û bi dîlgirtina wî di 15`ê Sibata 1999`an de dewam kir, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de planên siyasî yên Komploya Navneteweyî ku derbasî sala xwe ya 26′an dibe hatin şermezar kirin û hat diyarkirin ku komplo dijî vîna Rêber Abdullah Ocalan e yê ku nûnertiya hêvî û armancên gel û civakên bindest li herêmê û cîhanê dike.

Di dewama daxuyaniyê de rewşa herêmê ya beriya 26 salan hat bibirîxistin û hat gotin: “26 sal berê herêm ber bi çareseriyên aştiyane û demokrasiyê ve diçû. Însiyatîfên agirbestê yên li ser hev ên Rêber Abdullah Ocalan nîşaneya destpêkirina proseya aştiyan bûn û armanc jê bidawîkirina şerê li Tirkiyeyê û veguherandina wê bo dewleteke nimûne ya demokratîk li herêmê bû. Lê mixabin, dewleta Tirk veguherî amûreke lîstoka siyasî ya qirêj û ket xefka komploya navneteweyî ya ku hemû nirxên exlaqê û demokrasiyê binpê kirin û hemû qanûnên navneteweyî derbas kirin. Armanc tunekirina gelê Kurd û rêgirtina li çareseriya demokratîk û aştiyan bû.”

Di daxuyaniyê de bal li ser berxwedana 25 salan a Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û cezayên wê yên siyasî yên dijî Rêber Abdullah Ocalan, hat kişandin û hat gotin: “Ev kiryarên siyasî dijberî hemû hevpeymanên mafên mirovan in û encama bêçaretî û binkeftina vê hikumeta terorîst û dewletên komploger e, yên ku di pergala tecrîdê de cih digirin. Ew dewlet hê jî bi israr hebûna gelê Kurd ya dîrokî di aliyê hiqûqî û çandî de înkar dikin û dijî wî siyaseta koçberiya bi darê zorê didin meşandin.”

Di daxuyaniyê de cih da êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên rojane li dijî herêmê, nexasim rûxandina binesaziya herêmê û wekî “sûcekî der mirovî û siyseta ku di çarçoveya tecrîda girankirî de tê kirin” hat hesibandin.

TEV-DEM′ê bang li hemû hêzên siyasî, nîştimanî, rêxistinên civaka sivîl, tevahî pêkhate û beşên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji bo parastina nirxên Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwdanê mezin bikin û hat gotin: “Em vê salê bikin sala hilweşîna faşîzm û tarîtiyê, bikin sala bidawîkirina tecrîdê û destpêkeke nû ber bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî ve.”

Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî, azadîxwaz, demokrasîxwaz û tevgerên şoreşger ên cîhanê jî hat kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên piştevaniyê yên demokratîk li dar bixin û dawî li planên komployê bînin.

Back to top button