ManşêtNûçe

Înîsiyatîfa Nûn: Têkoşîna me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan didome

Înîsiyatîfa Nûn ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi boneya 25. salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê civaka navneteweyî, sazî, rêxistin û rêxistinên mafên mirovan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi erka xwe rabin û wiha hat gotin: “Komploya navneteweyî ya ku zêdeyî 25 sal berê dest pê kir, ji tirsa hêzên sermayedar a ji projeya Rêber Ocalan wêdetir tiştekî nîn e.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku saziyên îstîxbaratê yên gelek welatên navneteweyî bi taybetî Tirkiye, Îsraîl û Amerîka beşdarî vê komployê bûne û wiha hat gotin: “Rûsya di pêkanîna komployê de roleke sereke lîst. Rêber Ocalan ku di encama komployê de ji Kenyayê hat dîlgirtin, bêyî darizandineke adîl di girtîgehên Tirkiyeyê de ma û ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar ma.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îro ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û naskirina mafên wî yên rewa têkoşîna gelan ji aliyê hemû pêkhateyan ve tê meşandin û wiha dewam kir:

“Tevî bi salan binpêkirinên li ser Rêber Ocalan tên kirin jî, fikra wî hîna belav dibe. Fikra jiyana azad a jinan hêviyek da hemû jinan. Em dibînin ku jinên Rojhilata Navîn û Afrîkayê û gelek jinên din li ser pirsgirêkên jinan fikrên Rêber Ocalan qebûl kirine. Em girîngiyê didin rola jinan a di têkoşînê de. Jin heta ku Rêber Abdullah Ocalan ji zindanên faşîst rizgar bikin divê têkoşîna xwe mezin bikin. Em bêdengiya Komîteya Li Dijî Îşkenceyê, Konseya Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan şermezar dikin. Bêdengî tê wateya hevpariya binpêkirin û îşkenceya li ser Rêber Ocalan. Tişta ku li Girtîgeha Îmraliyê diqewime divê bi lezgîn bê ronîkirin û tecrîda ne hiqûqî bê şikandin.”

Back to top button