ManşêtNûçePYDSûriya

Xwepêşandan li navçeyên rojhilat ya kantona Qamişlo li ber Balafirgeha Leşkerî ya Amerîkayê  

Bi sedan şêniyên Girkê Legê, Dêrik, Til Koçer û Çila Axa li ber Balafirgeha Leşkerî ya Amerîkayê xwepêşandanek li dar xistin.

Di dîroka 10.07.2023ê bi sedan welatiyên Girkê Legê, Til Koçer, Celal Axa, Dêrik û gund û bajarokên girêdayî wan li ber balafirxaneya Amerîkayê ya li gundê Cefelê xwepêşandanek li dar dixin. Navçeya Til Koçer, bombebarana dewleta Tirk a hovane ku ji roja Pêncşemê 5’ê Cotmeha 2023’an û vir ve didome, şermezar kir.

Ya ku bandorê li binesaziyê û çavkaniyên bingehîn ên jiyanê dike, wek tankên avê, siloyên genim, saziyên elektrîkê, û tesîsên gaz û neftê.

Li ser navê sazî, meclîs û rêveberiyên bajaran gelek hevalan li ser binpêkirinên faşîzma Tirk ên ku hemû nirx û pîvanên mirovahiyê derbas kiriye û bi armanca berfirehkirina dagirkerîya xwe bi dawî bike, di asta sûcên şer de bilind dibe, axivîn. nêzîkbûn û dagîrkirina zêdetir herêman ji aliyekê ve, û hinartina kirîzên xwe yên navxweyî yên siyasî û aborî bo derve.

Her wiha armanca wê tunekirina gelê Kurd û koçberkirina xelkên mayî bi rêbazên terorîzmê û çandina tirsê bi kuştina sivîl, zarok, kal û pîr û jinan bi rêya  balafirên şer yên bê mirov, bombebarankirina topan û bikaranîna çeteyên xwe ji komên terorîst.

Xwepêşanderan her wiha civaka navdewletî, Encûmena Ewlekariyê û Netewên Yekbûyî bi tevahî berpirsyar dîtin ku êrîşên Tirkiyê yên dijminane şermezar nekirine û ji ber sûcên şer ên ku li Sûriyê pêk tîne, berpirsiyar nepirsin.

Xwepêşanderan her wiha bang li hemû gelê Sûriyê kirin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re bibin yek û erka xwe ya neteweyî pêk bînin.

Piştre şandeyek ji hemû pêkhateyên civaka sivîl li balafirgehê serdana şanda Amerîkî kir û li ser êrîşa dawî ya dewleta Tirk a li ser navendên xizmetguzariyê û binesaziyê gotûbêj hate kirin.

Her weha ji(Amerîka)  daxwaz dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, rê li ber Tirkiyeya endama NATOyê bigirin û nehêlin ku ew hemû pîvan û yasayên mirovahî,  peymanên navneteweyî û pêwîstiya rêzgirtina li serweriya sînor û welatên cîran binpê bike.

Back to top button