ManşêtNûçe

TEV-DEM`ê 1`ê Gulanê li kedkaran pîroz kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya 1`ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê daxuyaniyek da û hêvî kir ku ev bone, bibe wesîleya geşkirina têkoşîn û berxwedanê.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em salvegera 137ʹan a 1ʹê Gulanê li kedkarê mezin Rêveber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Rêber Abdullah Ocalan rih û mîrasa nirxê rasteqîn ê tevahî kedkarên herêmê û cîhanê geş kir. Em vê boneyê li tevahî kedkar û karkerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî berxwedêr û têkoşerên li dijî zilmê pîroz dikin.ʹʹ

TEV-DEMʹê diyar kir ku li cîhanê beşa karkeran herî zêde bi êş, zulm, înkarkirin û çewsandinê re rû bi rû maye û wiha hat domandin: ʹʹÇîna karkeran ku tîyê îradeya azad e li hemberî pergalên kapîtalîst xwe birêxistin kir, hêza xwe yên fikrî û xweset komî ser hev kir da ku wekhevî û edaleta civakî pêk bîne. Di wê çarçoveyê de xwepêşandan li hember kapîtalîstan li dar xistin, banga maf, edaletê û başkirina rewşa jiyanî kir û di oxira vê yekê de berdêlên mezin dan. Herî dawîn hewldanên wan bi ser ketin û mafên wan li ser asta navneteweyî û herêmî bi rêya peyman û qanûnan hatin mîsogerkirin ku piraniya dewletên cîhanê li ser îmze kir. ʹʹ

TEV-DEMʹê da zanîn ku tevî wê jî lê ev beş nikare mîras û nirxên xwe di 1`ê Gulanê de bêyî astengî pîroz bike û got:”Mixabin li piraniya welatên ku peymana 1ʹê Gulanê îmze kirine çîna karker û kedkaran rastî astengî û heqaretê tên ku dighêje asta pevçûnan jî. Dîmenên bi vê awayekî her sal dûbare dibin. Pergala kapîtalîst a ku li ser serê mirovahiyê bûye bela, di nav şert û mercên dijwar re derbas dibe, bêçare maye û nikare çareseriyeke demokratîk û aştiyane bibîne. Pergala kapîtalîst bûye mîna ewrekî reş ku ronahî tê de tuneye. Ev yek jî bandoreke mezin li rewşa giştî ya cîhanî dike.”

TEV-DEMʹê di dewama daxuyaniyê de balkişand ser siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî karker û kedkaran û got: “Dewleta Tirk a dagirker siyasetên herî qirêj li dijî îradeya karker û kedkaran dimeşînin, gelek karker girtine, bêkarî û nezanî li ser tevahî civaka Tirk ferz dike. Her wiha şerê taybet, siyasetên înkarkirin û qirkirinê li dijî gelên herêmê dimeşîne.ʹʹ

TEV-DEMʹê îşaret bi rola kedkaran di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kir û got: “Di şoreşa vîna gelên berxwedêr ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piraniya herêmê de, karkeran tevî beşên din roleke sereke û girîng dilîzin û têkoşîn temam dikin. Kedkaran riheke çalak da rêveberiyê û têkoşînê. Bi tevlêbûna çalak a jinên kedkar û têkoşer, destanên lehengiyê hatin nivîsandin. Êdî jin mîras û nirxên 1`ê Gulanê bi rihê şoreşa civakê bi rêve bir da ku civakeke demokratîk û azad ava bibe.ʹʹ

TEV-DEMʹê di dawiya daxuyaniyê de got: “Em piştgiriya vî beşî dikin. Em di wê baweriyê de ne ku berxwedan û têkoşîn mîsogeriya têkbirina terorê û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker in. Em mîrasa 1ʹê Gulanê bikin wesîleya xurtkirina têkoşîna parastina nirxên me yên exlaqî. Her wiha bikin wesîleya piştevaniya hemû berxwedêrên li dijî tecrîd û dagirkeriyê.”

ANHA

Back to top button