ManşêtNûçeRêveberiya Xweser

Enahîd Qesabiyan: Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê hewcdariya me bi hevgirtina pêkhateyan heye

Rêveberiya Xweser ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk ji aloziya  Sûriyeyê, însiyatîfa çareserkirina aloziya Sûriyeyê di 18’ê Nîsana 2023’an raghandibû, seroka Yekîtiya Jinên Ermenî ya bakur û rojhilatê Sûriya Enahîd Qesabiyan diyar kir ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê di destê hêzên niştimanî li Sûriya, rêxistinên jinan û tevahiya pêkhateyên wê de ye.

Derbarê vê mijarê de Enahîd Qesabiyan wiha da zanîn: Çareserkirina aloziya Sûriyeyê wê tevahiya pirsgirêkên Sûriyeyan çareser bike û divê ev alozî bi destên hêzên niştimanî li Sûriya, rêxistinên jinan û tevahiya pêkhateyan de bê çareserkirin, divê hevgirtin hebe ne tenê li bakur û rojhilatê Sûriya lê li tevahiya Sûriyeyê be ji bo danîna çareseriyên guncaw ku xizmeta civakê û welatiyên Sûriyeyê bike.

Enahîd Qesabiyan banga neqebûlkirina destwerdanên hêzên derve kir û got: Hewcdariya me bi hevgirtin û danîna planên îstratîjîk ji bo berjewendiyên vê civakê heye, û parastina yekîtiya tevahiya pêkhateyan, ev yek jî dikeve ser milê hemû hêzên niştimanî partiyên siyasî û rêxisitinên jinan.

Di dawî de Enahîd Qesabiyan banga tevlîbûna vê qûnaxa hesas kir ji bo danîna çareseriyên guncaw ku xizmeta hemû civakê bike û pêkanîna edalet û wekheviyê.

AMADEKAR: LÎLOZ HISÊN

Back to top button