ManşêtNûçe

HDP: Li dijî operasyonên hilbijartinê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin!

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nerazîbûn nîşanî operasyonên hilbijartinê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê dan. HDP’ê got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê piştevaniya gel û rewabûna civakî ji dest da û bi nêzbûna hilbijartinê re operasyonên siyasî zêde kir. Li Amedê operasyona ku li dijî partî, rojnamevan û parêzerên me hatî destpêkirin, duh li Enqereyê û vê sibehê li li Stenbolê jî dewam kir. Hevserokê Giştî yê ESP’ê ku pêkhateyek partiya me ye Şahîn Tumuklu, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, endamên ESP’ê û rojnamevanên muxalîf jî hatin destgîrkirin.”

Di daxuyaniya HDP’ê de, ev tişt hatin diyarkirin:

“Me berê anîbû ziman, em car din destnîşan bikin: Ev pêlên destgîrkirinê, planek e ku li dijî îradeya hilbijêrên Tirkiyeyê hatiye kirin. Ev êrîşane operasyonên hilbijartinê yên Tirkiyeyê ne. Li dijî vê derbeyê partiya me, pêkhateyên me û hêzên têkoşer ên li Tirkiyeyê wê heta dawiyê li berxwe bidin. Me serî li ber derbeya qeyûman netewand û em ê îro jî serî li ber derbeya hilbijartinê netewînin. Em xwedî hêz û biryardariyê ne ku van operasyonên derexlaqî yên desthilatdariyê û Wezîrê Karên Sûcan ku îrade û tercîha gel weke ‘derbe’ pênase dike, rawestînin.

Em bang li partiyên siyasî, muxalefet û raya giştî ya demokratîk hemûyê dikin:

Li ber vê kûmpasa hilbijartinê rawestin! Ev têkildarî me hemûyan e. Ev operasyon, operasyona siyaseta kûmpasê, dizîna sindoqan û îradeya gel e. Lewma divê her kes li dijî vê rejîma zext û zilmê rabe.”

Back to top button