ManşêtNûçe

TEV-DEM: Rêber Ocalan ji tevahî gel û pêkhateyan re sembola azadiyê ye

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 24ʹan a Komploya Navneteweyî ya 15ʹê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.

TEV-DEMʹê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir û got, Rêber Ocalan nûnertiya îradeya gelan û civakên bindest dike. Her wiha daxuyand ku berxwedana dîrokî ya Rêbertî ya li Îmraliyê bendên komployê şikand<span “=”” style=’box-sizing: border-box;overflow-wrap: break-word’>.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Tevgerên diplomatîk, ewlehî û siyasî yên metirsîdar yên di navbera geleke dewletên herêmî û navneteweyî de, yên di çarçoveya planeke hevbeş a bi koordîneya îstîxbaraî de, di 15ʹê Sibata 1999ʹan de  bazarek ji bazarên sedsala faşîzma Tirk pêşkêş kir. Bi plana dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan xwestin Kurd bi giştî bikin qurban û sûcan û qirkirinên komî li dijî wan pêk bînin.

Xetereya nêzîkatiyên neyinî yên dewletên komploger hîna dewam dike. Ev dewlet di înkarkirina hebûna dîrokî, hiqûqî û çandî ya gelê Kurd û têkbirina çand û nirxên exlaqî yên civaka hevgirtî de bi israr in. ʹʹ

Di daxuyaniyê de hate gotin, bêdengiya li hemberî sûcên dewleta Tirk a faşîst a dagirker di çarçoveya lihevkirinekê de tê kirin.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê hate kirin û wiha hat domandin: “Dewleta Tirk cezayên giran, tecrîd û îşkenceya dirûnî li dijî Rêbertî li Îmraliyê pêk tîne. Tu girêdana van cezayan bi qanûnên hiqûqî re tune ye. Neqebûlkirina mafê hêviyê û redkirina daxwazên hevdîtinên yên malbat û parêzeran, her wiha redkirina daxwazên hevdîtinên rêxistinên tenduristî, hiqûqî, sivîl û navneteweyî yên bi Rêber Abdullah Ocalan re kiryarên siyasî yên bi sûc in û li dijî tevahî peymanên mafên mirovan in.”

TEV-DEMʹê diyar kir ku dewletên komploger şirîkên siyaseta tecrîdê ne û got: “Armanca vê siyasetê ew e ku nêrînên stratejîk ên siyasî yên Rêber Apo ji pêşketinên siyasî yên qonaxên berê û yên pêş de dûr bixin ji bo bandora wê li îradeya gelên berxwedêr ên têkoşerên azadiyê nemîne. Her wiha ji bo ev dewlet li hemberî siyasetên faşîzma Tir ên li ser îradeya Rêber Apo yê gotibû ʹHefteyekê bidin ez ê hemû pirsgirêkan çareser bikimʹ bê helwest bimînin. Ya guncaw ew e ku ev dewlet daxuyaniyên Rêbertî cidî bigirin û li formeke hevbeş bigerin da ku bighêjin çareseriyên aştiyane û demokratîk ji bo Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê.

Di dewama daxuyaniyê de behsa berxwedana Rêber Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de hate kirin û bi berxwedana bêhempa hat binavkirin. Hate gotin: “Bi vê berxwedanê û bi tevlêbûna bi hezaran girtiyên siyasî û bi deh mîlyonan kes li cîhanê ya hemleyên li dijî siyasetên tecrîdkirinê komplo vala hat derxistin.

Di beşekî din ê daxuyaniyê de hat gotin: “Felsefeya neteweya demokratîk xwe dispêre rihê felsefeya Jin, Jiyan Azadî ku ji tevahî jinên cîhanê re bûye sembol. Ev yek dide nîşandan ku proje ya herî guncaw û serkeftî ji hemû pirsgirêk û aloziyên li herêmê ye. Rêber Abdullah Ocalan navenda bingehîn û siyasî ya girîng a çareserkirina hemû pirsgirêkên li herêmê, bi taybet ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.”

TEV-DEMʹê bang li hemû hêzên siyasî, neteweyî yên Kurdistanê, Ereb û Suryan û rêxistinên civaka sivîl û tevahî beşên civakê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji bo parastina nirxên Rêber Ocalan têkoşer û berxwedanê geş bikin û got: “Em îsal bikin sala hilweşandina faşîzma tarî û bidawîkirina tecrîda bisûc. Em îsal bikin destpêka azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî û tevahî azadxwaz, demokrat û tevahî tevgerên şoreşgerî yên cîhanê dikin ku çalakiyên demokratîk ên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rêxistin bikin, ji bo bidawîkirina vê komployê kar bikin. Rêber Abdullah Ocalan xwedî bandoriyeke xurt e. Rêber Ocalan ne tenê ji Kurdan re,  lê ji tevahî gel û pêkhateyên ku azadiya xwe di azadkirina Rêber Ocalan de dibînin, sembola azadiyê ye.”

Back to top button