ManşêtNûçe

Partî û rêxistinên sûrî: Divê civata navneteweyî û NY bilez sûriyên ji bin kavilan xilas bikin

Sibeha 6`ê Sibatê bi pileya 7.7 erdhejek li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê rû da. Di encamê de bi deh hezaran bûn qurban û bi hezaran birîndar bûn.

Gelek partî û rêxistinên sûrî ji ber rewşa herêmê û mayîna bi sedan kesan di bin kavilan de û bê cih û war, daxuyaniyek da û ev bangewazî kir:

“Di her kêliyekê de bi sedan giyan bi mirinê re rû bi rû mane. Bi sedan birîndar û welatî li Sûriyê di bin kavilan de dinalin. Ruxmî ku pêwîstiya Sûriyê bi piştgiriya navneteweyî heye. Lê heta niha helwest û însiyatîfên navneteweyî negihişt asta karesata mirovî ya li Sûriyê rû daye. Nexasim hejmara miriyan 4 hezar û 500 qurban derbas kir, lê ev bîlanço ne ya dawî ye.

Em hêz û rêxistin bang li civata navneteweyî û rêxistinên NY, rêxistinên nehikumî dikin ku bilez sûriyên di bin kavilan de xilas bike. Rewşa mirovî ya paşketî ya bi sed hezaran mexdûrên erdhejê rawestîne ku bi birçîbûn û sermayê re rû bi rû mane. Gavên berpirs bavêje, tîmên xilaskirinê yên pisporê karesatên xwezayî tevî amûrên pêwîst bişîne, korîdorên navneteweyî û mirovî yên ewle veke, desteka tenduristî û alîkariyên mirovî yên bilez bişîne da ku jiyana mirovan û rûmeta mirovahiyê xilas bike ku cewhera rêgez û nirxên pîvan û peymanên navneteweyî ye.”

ANHA

Back to top button