ManşêtNûçe

TEV-DEM nirxên Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahiya gelê Sûriya pîroz kir  

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 10’emîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

Di serî de em nirxên Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahiya gelê Kurd û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, malbatên şehîdan, birîndaran û hemû têkoşerên şoreşê û hêzên xwe pîroz dikin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku ji îradeya gelê me yê Kobanê dest pê kir, destpêka hilweşandina zordestî û sîstemên şovenist ên ku li ser qirkirina çandên din rabûne, bû. Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwedî nêrîneke siyasî û stratejîk a li ser bingeha siyaseta xeta sêyemîn, xweseriyê bû ku bingeh û rêgezên xurt ên şoreşa civakî ya rasteqîn danîn da ku çandên civakî di çarçoveya avakirina civakeke demokratîk a azad û misogeriya yekitiya civaka Sûriyê bi hemû pêkhateyan de kom bike.

Her wiha Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwe spart nirxên exlaqî wek projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan. Ev hêman şoreşa îradeya gelên hevgirtî bi pêş xist û li hember rêxistina herî terorîst destkeftî û serkeftinên dîrokî bi dest xistên. Berxwedana destanî ya li hember wê terorê, delîla li ser rastiya hevgirtina di navbera çandên civakî û nirxên şoreşê û sepandina felsefeya jiyana azad e. Ev berxwedan hîna berdewam e û bi giyanê mîrasa şehîdên 19`ê Tîrmehê û bandorên wê yên afrîner li ser civakên demokratîk berdewam e.

Di salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de hat îsbatkirin ku civak bi derfetên xwe yên kêm guhertineke demokratîk pêk anî, her wiha rola jin û ciwanan jî hat pêşxistin ku niha êdî bûne hêzeke xurt û di hemû aliyên jiyanê de cih girtine.

Ev berxwedana hemdem, di rewşên herî dijwar de bi derfetên xweser, nirxên mirovahiyê parast. Îrade û nirxên me rastî êrişên hêzên tarî di serî de DAIŞ’ê hatin. Her wiha planên dewleta Tirk a dagirker û siyaseta wê ya qirêj a dagirkirina herêmên hene. Bi gefên xwe yên eşkere yên pêkanîna êrişên dagirkeriyê li ser îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide planên xwe bi rêya teor û çeteyan bi cih bîne, civakan bitirse, çand û exlaqên wan ji hev bixîne û hevgirtina gelan parçe bike.

Em destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê yên ku bi saya fedakariya bi deh salan hatine bidestxistin, pîroz dikin.

Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku di vê pêvajoyê de xwedî li erkê xwe yê exlaqî derkevin, xwe bi rêxistin bikin û tev li seferberiya giştî bibin, piştgiriyê bidin rewşa awarte ku Rêveberiya Xweser ragihandiye da ku li hember êrişên terorîst û gefên faşîzma Tirkiyê bisekinin. Yekrêzî, mezinkirina têkoşîn û berxwedanê misogeriya serkeftina vîna me ya azad e.”

Back to top button