Kantona Efrîn û şehba
Di çarçoveya amadekariyên Kongireya Jin a Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk de, Meclisa Jin civînên xwe yên berfireh li hemû bajarok û kampan lidardixe.
Duh Li kampa Serdem û kampa Berxwedan civîna berfireh hat lidarxistin,bi amadebûna rêveberên kampan,endamên şaneyan, endamên partiyê, komînan, Kongra Star, Saziya Malbatên Şehîdan û HPC .
Civîna kampa Berxwedan ji aliyê endamên Meclisa Jin Ferîhe Ehmed û Yildiz Mûsa ve hate birêvebirin. Û li Kampa Serdem ji aliyê endamên Meclîsa Jin Sûreya Mistefa û Hêvîn Reşîd ve hate birêvebirin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat destpêkirin.
Di civînê de rewşa siyasî,rewşa rêxistinî û Pêvajoya hilbijartinê hat nirxandin.
Di dawiya civînên berfirah Li her du kampan rêveber hatin hilbijartin.