DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Di destpêkê de em gelên bakur û rojhilatê Sûriyayê û gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê bi boneya salvegera 10’emîn ya şoreşa 19’ê tîrmehê, pîroz dikin, her wiha em bejna xwe ditewînin li ber şehîdên me yên ku canê xwe feda kirin ji bo bidestxistina jiyaneke bi rûmet ji me re, û em avakerê vê şoreşa demokratîk rêber Abdullah Ocelan silav dikin, her wiha şervanên me di xendeqan de û yên berxwedanê dikin li dijî dijminan di eniyan de.

Şoreşa 19’ê tîrmehê ya ku gelê kurd ji kobanê destpê kir ew e meşeleya yekemîn e ku rê ronî kir li pêşiya gelê kurd û gelê Rojhilata Navîn ber bi baweriya xweser û girtina bi azadî û demokratiyê, mîna wê mîna tevahiya bûyer û şoreşên dîrokî yên mezin ku bandorê li çarenûsa tevahiya civakan dike bi rê û encamên wê. Ew şoreşa ku keç û xortên kobanê dan destpê kirin hat weke tekez kirin ku ew berdêla guncaw e ji bo zordestiya navendî û hêzên ku bi nav dikin ku ew dijberin, ji ber ku em xwediyê vê xakê ne û riya jiyana xwe xêz dikin bi îradeya xwe û zilmê red dikin û zalimên qûnaxa navîn, şoreşê çirûska xwe da Efrînê piştre herêmên Cizîrê ji bo bibe şoreşa Rojava.

Ew meşaleya ku gelê Kurd li Rojava pêxist, bû ronahiyek ji bo hemû pêkhateyên herêmê yên ku êş û azarên koletî û komên tarî yên ku bûne makîneyeke wêrankirinê di destên gelên çavbirçî li Sûriyê û xêra wê, îradeya azad, îradeya saxlem û hêza civakeke birêxistinkirî ji bo rûbirûbûna dijminên gelan in, ji ber vê yekê jî rêveberiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûn piştre pêşxistina sîstema parastinê ku pêkhateyan gihandiye cihê ku em niha lê ne di hevkêşeya Sûriyê û çareseriya siyasî li Sûriyê, hemû hewldanên ku ji bo çareseriyê bêyî tevlîbûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin, bê encam man.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ku yek ji berhemên şoreşa 19’an e, ku em di 10’emîn salvegera wê de dijîn, ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê di warê aramî, aştî, jiyana hevbeş û biratiya gelan di nava Sûriyeya yekgirtî de bûye modelek, ku pêdiviya hemû gelê Sûriyêye, di nav de yên ku heta niha ji bo yekdestdariya desthilatdariyê şer dikin, ew modelek e ji bo çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn a ku bûye sedema herikîna xwînê û dewlemendiya gelên herêmê.

Yên ku xwîn û dewlemendiya gelan kontrol kirin, serkeftin û berdewamiya vê tecrûbeya ciwan a ku daxwaz û hêviyên gelan ên jiyanek azad û bi rûmet temsîl dike naxwazin, ji ber vê yekê em dibînin ku wan her cureyên fitneyê û xayîntî dimeşînin, di nav de destdirêjiya hovane ya li ser zarok û kal û pîrên ji hemû pêkhateyan ji bo temamkirina qirkirina etnîkî û şerê qirêj ê derûnî pêk tînin ji bo derbaskirina projeyên xwe yên valakirina herêman ji bo pêkanîna guhertina demografî ya ku ew hêvî dikirin.

Dewleta Tirk a dagirker îro êrîşî vê şoreşa civakî dike û dixwaze destkeftiyên gelên me têk bibe, lê belê em destnîşan dikin ku em weke gel çawa terora herî bi hêz di cîhanê de ku DAIŞ’ê di nav de ye têk bir, bi yekîtiyê û îradeya gelan, em ê şoreşa xwe li hemberî her êrîşeke ku tê kirin biparêzin.

Bi vê boneyê em bang li hêzên demokratîk û azadîxwaz ên cîhanê dikin ku li hember daxwazên Erdogan ên êrîşkar li kêleka me bin û ji bo yekgirtin û berdewamiya vê şoreşa ku bûye hêviyek ji bo hemû mirovahiyê.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk de careke din bi boneya 10’emîn salvegera şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemû pêkhateyên wê pîroz dikin û ji gelê xwe re soz didin ku em ê di rêya 10 hezar şehîdan bimeşin yên ku rûmeta me parastin û ji me re tiştê ku niha em jiyan dikin bidesx xistin, xwîna xwe dan ji bo azadî û rûmeta gelên xwe. Her wiha em bang li gelê xwe dikin bi hemû pêkhateyên xwe ve li dora şoreşa xwe bicivin, ya ku rastî êrîşên hovane yên ku li dijî hemû pîvanên mirovî û exlaqî yên dewleta Tirk a faşîst tên.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2022-7-18

Back to top button