ManşêtNûçe

MSD têkildarî civîna sêalî ya di navbera Sûriyê, Tirkiye û Rûsiya daxuyaniyek da

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî civîna sêalî ya di navbera Wezîrên Parastinê yên dewleta Tirk, hikumeta Şamê û Rûsyayê de ku bi serpereştiya Rûsyayê çêbûye, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat:

“Em wek MSD bi guman li civîna di navbera wezîrên parastinê yên hikumetên Tirkiyê, Sûriyê de ya bi sponseriya Rûsyayê dinêrin.

Em bi tundî xwînrijandina sûriyan ji bo hilbijartinên AKP′ê û qurbaniya ji bo desthilata Şamê şermezar dikin.

Ji bo wefadariya bi keda şehîdên sûrî, girtî û koçberan re û pabendbûna bi berpirsyariya exlaqî û dîrokî li hember berjewendiyên gelê Sûriyê û redkirinên li dijî hewldanên rejîmên destpot ên astengkirina azadiya gel, em bang li gelê Sûriyê dikin ku lihevkirinên li dijî berjewendiyên we red bikin û nebin yên kesên din û divê xwîn û xewna wan nebin alavên bazirganiyê yên aliyên li pey berejwendiyên xwe ketine.

Pêdiviya qonaxa heyî ya hestiyar ku sûrî tê re derbas dibin, bi hevgirtinê heye da ku hemû nakokiyên xwe ku dijminê gelê Sûriyê li gorî xwe bi kar tîne, derbas bikin.

Her wiha em bang li sûriyên azadîxwaz dikin ku dema pêşeroja welat û xewna azadiya me li ber têkçûyînê be, divê hemû nakokî werin derbaskirin.

Em wek MSD radigihînin ku mejî, dest û xaka me ji hemû sûriyên azadîxwaz re ye. Tu berjewendî û maf di ser berjewendî û mafê gelê Sûriyê re tune ye. Her wiha em bang dikin ku li hember vê hevalbendiyê bisekinin û hilweşînin. Divê hêzên şoreşger û muxalefet li dijî destpot û firoşkarên xwîna sûriyan bibin yek.”

Back to top button