ÇalakîJinManşêtNûçe

Rêze çalakiyên cur be cur yê 8ê adarê li Reqa

Di çarçoveya rêze çalakiyên 8’ê Adarê yên  li bajarê Reqayê çalakiyên cur be cur hatin li darxistin.

îro Komîteya Perwerdeyê ya Reqayê di çarçoveya rêze çalakiyên 8’ê Adarê de dibistana Şehîd Şervîn Reqa vekir û di destpêkê de deqeyek rêz ji bo bîranîna şehîdan hate girtin û piştre li ser navê Komîteya Perwerdeyê  Zuleyxa Abdî axaftinek kir, Herweha li ser navê malbata şehîd Şervîn Reqa Feyrûz Xelîl axaftin hate kirin. axaftinan cejna jinê li tevahî gelên welatparêz û li hemû jinên cihanî pîroz kirin û her wiha girîngiyê didin ked û fedekariya şehîd, têkoşîn û xebata şoreşgerî, di civakeke ku kevneşopî lê serdest bû. Piştî  axaftinan dibistan ji aliyê dayika şehîd ve hat vekirin di dawiyê de şano mûzîk û dîlanên gelêrî yên cuda hatin pêşkêşkirin.

her weha Duh Sêşemê Komcivîna Jinan a Zenobiya tevlî çalakiya pêxistina mûm û dana gulan ji bo dayîkên şehîd û birîndaran bûn, di destpêkê de ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêzgirtin hate kirin.

Piştre li ser navê Meclisa Rêveber a Reqayê Hêvîn Îsmaîl axaftin hat kirin û têkoşîna Rêbertiya ku mafê jiyana hevbeş û derketina jinê daye silav kir. û cejna jinan li hemû jinên cîhanê pîroz kir.

Di dawiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

Back to top button